24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Lîbyayê krîza protokolê

Di dema serdana heyeteke hikûmeta tirk a Lîbayayê de, di rûniştina prtokolê de krîzek mezin derket. Heyeta tirk a ji Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Orgeneral Yaşar Guler û hin payebilindên leşkerî duh çûbû serdana Lîbayayê. Dema hevdîtina bi Heyeta Lîbyayê re ku ji serleşkerê herêma Rojava Muhemed Hedad û hin berpirsên din ên payebilind pêk dihat, krîzeke mezin di protokolê de derket. Akar û heyeta pê re li ser kursiyên protokolê bi cih bûn û serokerkanê  Lîbyayê Muhemed Hedad neçar ma ku li ser kursiyekî li kêleka protokolê rûnê.

Piştî ku ew vîdeo li ser malperên civakî hat parvekirin, li nav gelê Lîbyayê ev bûyer li ser malperên civakî bû cihê nerazîbûna gelê Lîbyayê. Ev bûyer wekî bêrêziyeke mezin ji bo gel û rayedarên Lîbyayê hat binavkirin. 

Li ser malperên civakî krîza ku beriya demekê di protokola hevdîtina bi seroka komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen de jî hat bibîrxistin. 

Her wiha di dema rûniştinê de li ser pirsa beşdarekî vê civînê der barê rûniştina protokolê de, Akar bi acizî bersiv daye û gotiye: “Rûniştin wiha ye, protokol wiha ye.”