25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Lubnanê kêşeya hikumetê: Wê Harîrî cih negire

Li Lubnanê piştî xwepêşandanên gel ên bi mehan serokwezîr Saad Harîrî neçar mabû ku ji peywira xwe îstîfa bike. Hate diyarkirin ku wê Harîrî di nav avakirina hikumeteke nû de cih negire

Li Lubnanê gel li hemberî rêveberiya xerab 2 meh berê çalakî dabûn destpêkirin. Harîrî diyar kiribû wê di 29’ê Cotmehê de îstîfa bike. Hê jî ne diyar e wê li welat kî bibe serokwezîr.

Saad Harîrî di navbera salên 2009-2011 û piştî sala 2016’an serokwezîtî kir. Harîrî ragihand ku wê di hikumeta nû de cih negire.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Harîrî wê tevlî hevdîtinên ji bo avakirina hikumeteke nû bibe û divê ev hevdîtin neyên qutkirin.

Li Lubnanê hejmareke zêde penaberên ji Sûriyeyê û Filîstînê dijîn û di demên dawîn de xwepêşandanên li hemberî siyasetê zêde bûbûn.

Li Lubnanê rêjeya bêkariya ciwanan gelekî zêde ye. Deynê dewletê 87 milyar dolar e û ev jî 150 ji sedê hatina neteweyî ye. Ev jî li cîhanê rêjeya herî mezin a deyn û dahata neteweyî ye. BÊRÛD