Li Maceristanê di 10’ê kanûnê de bi navê ‘Ji Rojava heta Washîngtonê şoreş’ konferanseke berfireh a li ser onlîneyê pêk hat.
Di konferansê de Şoreşa Rojava û projeya wê hat vegotin. Şoreşa Rojava ku weke projeyeke civakî ya çepgir û femînîst a li dijî kapîtalîzmê û baviksalariyê tê dîtin, weke ‘halê hazir alternatîfa herî xurt a çepgir û dij-kapîtalîst e’ hat nirxandin.
Li gorî pêşkêşkirina bernameyê di konferansê de hem ev şoreş û hem jî rewşa berdest a herêmê hat pênasekirin, analîzkirin û pêla şoreşê ku projeya Rojava rê lê vekiriye hat destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de tevgerên girseyî û şoreşgerî yên van salên dawî yên wek Sûdan, Şîlî, Îran, Cezayîr, Fransa, Haîtî û Libnanê hatin nirxandin.
Sernavên konferansê: ‘Îdeolojî û siyaseta Rojava’, ‘Rewşa siyasî ya rojane’, ‘Paradîgmaya Rojava ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’, ‘Rojava û guherîna avhewayê’, ‘Jinên kurd’, ‘Konfederalîzma demokratîk’, ‘Jineolojî’, ‘Ekolojiya civakî û teoriya feminîst’, ‘Krîza global û pêla serdema nû’, ‘Li DYA’yê tevgerên anarşîst’, ‘Ji Îranê heta Şiliyê tevgerên civakî’, ‘Ewropaya rojhilat û şaredarî’, ‘Li YE’yê di asta şaredariyê de lîveyên avakirina polîtîkayan’, ‘Krîza Belarûsê’, ‘Çima sosyalîzm’, ‘Li Rojava konfederalîzma demokratîk’.
Bernameya konferansê bi zimanê macarî û îngilîzî hat pêşkêşkirin. BUDAPEŞTE