Rojnameya Heftane

Pir

Berêvariya havîneke Nisêbînê weke tabloyeke ji destê resamekî derketî, xwe berdaye ser pirê. Ava Çemê Binûsra di bin pirê de sekinî maye, naherike. Tîrêjên rojê li ser pişta ava çêm diçirisin. Li qiraxên çêm bi dehan req serê xwe ji qêlik…

Teoriya medyaya femînîst II

Di teoriya medyaya femînîstan de hîpotozek heye: Heke jin medyayê kontrol bikin, naverok cuda û wê baştir bibe. Li vir nêzîkatiyeke femînîstan heye ku pejirandineke baviksalarî red dikin. Bi…

Li mala Rewşen Bedir-Xan

Em gelekî destteng bûbûn. Ji ber vê yekê rehmetî rabû zeviyên hevalekî xwe bi nîvî çand, kire pembo. Ji ber kêmbûna avê, wî dest bi kolandina bîrekê kir û navê bîra xwe jî kir “Bîra Qederê”. Wî bîra xwe bi destê xwe kola

Piştî rêwîtiyeke dirêj, ez berdestê êvarê, li Banyasê, ji otobusê peya bûm. Banyas bajarekî xweş e, yek ji bajarên Sûriyê yê herî xweş e. Bajar li kêleka deryayê hatiye avakirin. Bi awira pêşî piraniya şêniyên bajêr dewlemend dixuyin. Dibe jî mirov dewlemendiya wan di lixwekirin û otomobîlên wan de dibîne. Herçiqas şêniyên bajêr ereb jî bin, dîsan mirov peyayên bi çefî û egal û jinên sernuxumandî kêm dibîne. Li vî bajarê Sûriyê yê nûjen, xanimeke kurd dima. Keça Salih Begê, dotmam û kevaniya Celadet Begê… Kaxeza navnîşana vê Xatûna han di destê min de bû û yên ku ez pêrgî wan dibûm, min navnîşana wê ji wan dipirsî. Gotineke pêşiyên me heye, dibêje “Mirov bi pirsê dihere Xursê”. Ez jî bi pirsê gihîştim ber avahiyekê, hebekî li ber deriyê avahiyê rawestiyam û min hêdî û bi heyecan li derî da. Ya ku ji min re derî vekir berdestka wê bû. Jinikê bi tirkiyeke osmanî, lê bi devoka çerkezan bixêrhatinî da min, çenteyê min ji destê min girt û ez birim odeya rûniştinê, ba Rewşen Xanimê. Rewşen Xanimê jî bi mêvanperweriyeke kurdî û bi rûyekî bi ken bixêrhatinî da min û ez bi cih kirim.

Ez jî bi dilşahî rûniştim. Piştî kurtesohbetekê min çavên xwe li resimên li dîwêr gerandin. Resimên pêşî li ber çavên min ketin, resimê hersê biran; Sureya, Celadet û Kamûran Bedir-Xan bûn.

Piştî şîva êvarê min ji Rewşen Xanimê pirsî:

FIRAT CEWERÎ: Gelo tu ê bikaribî bi niyeta kurtehevpeyvînekê xwe bidî naskirin?

REWŞEN BEDIR-XAN: Ez keça Salih Bedir-Xan û jina Celadet Alî Bedir-Xan im, got û jê pê ve tu tişt negot.

Ji xwe bes e jî. Kurdên navên Salih û Celadet Bedir-Xan nebihîstibin pir kêm in. An jî kurdên xwende û bîrewer yên haya wan ji Celadet Bedir-Xan û xebatên wî tunebin, çi bigire nîn in.

Ê baş e, xebat û xwendina Rewşen Xanimê bi xwe çi ye û çi bû?

– Weke kar, min mamostetiya zimanê erebî dikir û ez demekê jî midûrê dibistanê bûm. Erebiya min ji kurdî û tirkiya min çêtir bû û çêtir e jî. Ji ber vê yekê xebatên min yên rewşenbîrî jî bêtir bi zimanê erebî dibû. Min bêtir bi erebî dinivîsand û ji zimanên din werdigerande erebî. Min pirtûkek jî bi navê “Hin rûpel ji edebiyata kurdî” bi erebî, berpêşî xwendevanên ereb kiriye. Min carina jî hin bend di Hawarê de belav dikirin.

Gava ew bi kurdî dipeyivî wê hin zehmetî dikişand, ew carina di nav re bi min re bi tirkî dipeyivî; bi tirkiyeke pir xweş û bê kêmasî…

– Niha jî ez vê pirtûka han werdigerînim erebî. (Pirtûkek li ser Siltan Evdilhemîd bû).

Ji bo çi ev pirtûk û ne yeka din?

– Weşanxaneyekê ev ji min xwestiye, bêtir vê bala wan kişandiye. Tu ya rastî bixwazî, bi wergerandina vê pirtûkê çend quruş pere jî digihîjin min.

Bivê nevê sohbeta me carina diçû dema rehmetiyê Celadet Beg û kovara Hawarê.

Yadê, tu dikarî ji kerema xwe re bi kurtî behsa dema Hawarê bikî? Hawar li ku û çawan derdiket, yên zîrek ku tê de kar dikirin kî bûn?

– Çapxaneya Hawarê li malê bû. Yek ji mijûliyên rehmetî yê sereke derxistina Hawarê bû. Min jî alîkariya wî dikir. Piştî demekê, gava ez hînî rêzkirin û ambalajê bûm, kar hêsantir bû. Hingî Osman Sebrî û Qedrî Can jî li ba me diman, herdu jî pir jêhatî bûn. Dûre Îbrahîm hebû, ew bi rastî jî rewşenbîr bû. Osman Sebrî çar mehan li cem me mabû, hîn jî min nizanîbû ew Osman Sebrî ye. Wan Osman Sebrî, bi Hecî Husên bi min dabûn naskirin.

Hin kes dibêjin kovara Hawarê bi alîkariya fransizan derdiket, ma rast e?

– Na, ne rast e. Hawar ne bi alîkariya fransizan, lê bi destûra wan derdiket. Ne bi tenê Hawar, her wisa Roja Nû jî bi destûra wan derdiket.

Heke îro fransiz li vir bûna, wê rewşa kurdan çawan bûya?

– Wê rewşa kurdan her wilo bûya. Fransiz jî kolonyalîst in û yên em îro di bin destên wan jî de ne kolonyalîst in.

Ma rast e ku armanca Celadet Beg avakirina Kurdistaneke monarşî bû?

– Kî vê bibêjin ew bêbextiyê li rehmetî dikin. Wî tu carî tiştekî wilo negotiye, ne jî daxwaz kiriye. Wî her digot, divê Kurdistan bi destê hemû kurdan bête ava kirin. Çi karker, çi gundî, çi mele, çi axa û beg hemû xwediyê Kurdistanê ne. Armanca rehmetî Kurdistanek demokratîk û yekbûyî bû. Ji xwe Kurdistan yek e. A niha jî hin xort dibêjin em ji Kurdistana Tirkiyê, hin dibêjin em ji Kurdistana Îranê, hin dibêjin em ji Kurdistana Iraqê û hin jî dibêjin em ji Kurdistana Sûriyê ne. Bi ya min ev ne rast e, şaş e. Kurdistan yek e û sînorên li Kurdistanê hatine kişandin ji derveyî îrada kurdan hatine kişandin. Ew sînorên emperyalîzmê ne.

Ew Celadetê ku îro ji aliyê hemû kurdan ve tê hezkirin, gelo ji Rewşen Xanimê re çawan bû?

– Ew ne bi tenê mêrê min, lê ew her tiştê min bû. Ew bavê min, birayê min, hevalê min,mamostayê min bû. Ez jî yek ji wan kurda me ku îro kêmasiya nebûna wî dikişînim.

Windabûna vî peyayê bi rûmet çi tesîr li jiyana te kir, ev trajedî çawan çêbû?

– Mirina wî ez mehû kirim, dinya bi ser min de hilweşand. Mesûliyeteke siyasî, civakî û aborî di stûyê min de hişt. Ji xwe dawîhatina jiyana wî ya bi trajedî jî, ji bo başkirin û hebekî bipêşdexistina aboriya xwe bû. Lê nebû, ew kar bû sedema mirina wî.

Çi bû ya ku bû sedema mirina wî?

– Tacirî, pembo… Em gelekî destteng bûbûn. Ji ber vê yekê rehmetî rabû zeviyên hevalekî xwe bi nîvî çand, kire pembo. Ji ber kêmbûna avê, wî dest bi kolandina bîrekê kir û navê bîra xwe jî kir “Bîra Qederê”. Wî bîra xwe bi destê xwe kola.

Piştî van gotinan Rewşen Xanimê demekê bêdeng ma, kûr kûr fikirî û cigarek vêxist. Wilo xuya bû ku wê hê jî ew bûyer ji bîr nekiribû. Min jî nexwest ez zêde bi dû sedemên ku çima “wî bîra xwe bi destên xwe kola” bikevim, min gotin dagerand ser tiştekî din:

Çi ji xortên kurd yên li Ewrûpayê dikeve serê te? Ew dikarin çi bikin?

– Ger ew bibin yek, ew dikarin her tiştî bikin. Yekîtî, divê hûn yekîtiyekê di nav xwe de çêbikin. A niha bi dehan kovar û rojname derdikevin, çira? Ma ger hûn werin ba hev û sê-çar kovar û rojnameyên bi kalîte derxin, ne çêtir e?

Heya ku ez li ba wê bûm, wê ji min re got, got û got. Destê min ji vê mirova gotinxweş, zarşêrîn, zana û rewşenbîr nedibû. Di mêvandariyeke kurt de wê ez hînî pir tiştan kirim, dîrokek ji min re got…

Banyas, 1987