23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li meclisê Nobeda Demokrasiyê didome

Duh parlamenteriya HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu hat betalkirin. Bi hinceta Gergerlîoglû berî ku were hilbijartin di 21’ê sibata 2018’an de “propagandaya PKK/KCK” kiriye doz lê hatibû vekirin û ceza lê hat birîn.

Der barê girtina HDP’ê û betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglû de gelek sazî, dezgeh û kesan bertek nîşanî biryarê dan. Piştî ku biryara betalkirina parlamenteriyê hat ragihandin Gergerlîoglu daxuyanî da û got ku biryarê nas nake û dê li meclisê berxwedana xwe bidomîne. Bi tevlêbûna parlamenterên HDP’ê li meclisê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hat destpêkirin û çalakî di roja duyemîn de ye.

Omer Faruk Gergerlîoglû li meclisê ‘nobeta demokrasiyê’ da destpêkirin û wiha got: “Me ev maf ji gel wergirt û heta Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe bide em ê çalakiya xwe berdewam bikin.”

Gergerlîoglu bal kişand ser piştgiriya ku ji raya giştî û qada navneteweyî wergirtiye û wiha got: “Ez ji van peyamên piştgiriyê memnûn im lê tevî evqas piştgiriyê, wan ji partiyên muxalefetê piştgiriyeke xurt ji bo biryarê negirt.”

Hilbijêrên Kocaeliyê: Em bi wekîlê xwe re ne

Hilbijêrên Kocaeliyê jî der barê betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglû de axivîn û gotin ku ew vê biryarê nas nakin, bi wekîlê xwe re ne û wê bi hev re li ber xwe bidin. Hilbijêran destnîşan kir ku vîna 90 hezar mirovî hatiye xespkirin.

TÎHV û ÎHD: Biryar bi tu awayî nayê qebûlkirin

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser betalkirina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de aliyan bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û tengkirina biwarê azadiyê li Tirkiyeyê û wiha hat gotin: “Em dizanin ku Omer Faruk Gergerlîoglu ji roja ku hatiye ser kar heta îro ji bo hemû pêkhate û kesên ku mafên wan hatine binpêkirin têkoşiyaye û bi biryar e ku dê têbikoşe jî. Ev biryar bi tu awayî nayê qebûlkirin û em bang li hemû kesên ku piştgiriyê didin mafên mirovan, aştî û edaletê dikin ku em li dijî vê bêhiqûqiyê derbikevin.”

‘Divê hikûmet li gorî destûra bingehîn tev bigere’

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî der barê doza girtina HDP’ê û betalkirina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya parastina Destûra Bingehîn û berpirsiyariyên navneteweyî yên Tirkiyeyê de em bang li hikûmetê dikin ku rêz li azadiya derbirînê (fikrî) bigire.

Berdevkê wezaretê Ned Price daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglu de got ku ev biryareke wisa ye ku mirov pê aciz dibe.

Wezaretê der barê doza ku ji bo girtina HDP’ê de hatibû vekirin wiha got: “Ev tê wê wateyê ku vîna gel tune tê hesibandin û bi milyonan hilbijêr ji mafê xwe yê hilbijartinê mehrûm tên hiştin.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku ev biryar dê zirarê bide demokrasiyê û divê hikûmeta tirk li gorî destûra bingehîn û berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî tev bigere.