spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li meydanan bûn dê li meydanan bin

Sedsala 21’emîn sedsala jinê ye, ev gotin ev demek e li ser zimanê her kesê ye. Dîmenên îsal jî ev rastî derxist holê.

Bêguman, mijareke ji salekê dirêjtir û kûrtir e lê ji bo destpêkê em ê jiyan ango têkoşîna jinan a sala 2020’an bînin bîra xwe.

Sala 2020’an kêm maye derbas bibe, bi wê re jî ji sedî 20’ê sedsalê. Sala 2020’an ji bo zêdekirina destkeftiyên jinan saleke girîng bû. Bi têkoşîna xwe re jinan îsal jî nîşan da ku ew ê dest ji têkoşînê bernedin û bêrawest bi fedakariyeke mezin li ber xwe bidin.

Yek ji armancên sereke yên îsal jî şikandina pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bû. Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pê re jî tecrîda li ser tevahî civakê, piştî grevên birçîbûnê yên sala 2019’an, careke din hat şidandin û hewl tê dayîn têkiliya bi civakê û bi taybetî bi jinan bê qutkirin. Siyasetmedar Zozan Çewlîk di nirxandina xwe ya sersala 2020’an de diyar kiribû ku şikandina tecrîdê û hilweşandina pergala Îmraliyê yek ji mezintirîn hedefên jinan e. Li ser vê peyamê, ji destpêka salê ve çalakiyên curbicur ên weke meşên dirêj û grevên birçîbûnê ji bo azadiya Ocalan didomin.

Fermandariya YPJ’ê jî bi wesîleya salvegerê daxuyaniyek dabû û ji bo sala 2019’an gotibû‚ sala 2019’an ji bo jinên têkoşer û mirovahiya azadîxwaz bûye sala berxwedan û bilindkirina hêviya serkeftinê. Bi vê re dikare were gotin, sala 2019’an bû sala hêviyê, 2020’an jî sala mohrkirina destkeftiyên bingehîn.

Destpêka salê jinên kurd li her derê şoreşgerên nemir, şehîdên Silopyayê bi bîr anîn. 5’ê Çileya 2015’an Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ji ber pêşengiya xwe ya serhildana xwe bûn hedefên dewleta tirk û hatin şehîdxistin. Jinan îsal soza xwe ya şopandina xeta têkoşînê ya 3 şehîdên Silopyayê nû kir.

Li ser şopa Clara Zetkînan

Jin bi yekitiya xwe li her derê bi îdîayên mezin gavên guhertinê diavêjin. Îsal jî di 8’ê Adarê de li her dera cîhanê tevî qedexeyên bi hinceta vîrûsa koronayê jî jinên têkoşer ji bo mafên xwe yên bingehîn ku ji jinan re weke xelat tên pêşandan, li meydanan bûn. Wan dengê xwe bilind kir û dikin jî. Çalakiyên 8’ê Adarê di dawiya meha sibatê de hatin destpêkirin. Navendên çalakiyên 8’ê Adarê yên îsal tevî Kurdistan û Tirkiyeyê, Îngilistan, Fransa, Swîsre, Almanya, Pakistan, Hindistan, Spanya, Yewnanistan, Awustralya, Awusturya, Filîpîn, Çîn, Perû, Arjantîn, Meksîka, Norwêç, Swêd û dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bûn.

Pirsên li ser pergala hevserokatiyê

Ger tundî li malê tê vegotin divê qala tundiya dewletê ya di siyasetê de jî were nirxandin. Qirkirinên siyasî bi awayekî sîstematîk li Tirkiyeyê didomin. Îsal jî polîsan, li gelek bajaran bi ser malan de girtin, lêgerîn ango talan kirin û bi sedan kes jî binçavkirin û girtin. Hedefên wan êrîşên qirkirinê di serî de jin bûn. Meha sibatê berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran di daxuyaniyekê de qala 99 binçavkirinên di nav du rojan de kir û êrîşên siyasî di nav vê salê de bênavber domiyan. Jinên HDP û  Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî van êrîşan gotin‚ ‘em ê ji bo parastina gelê xwe, têkoşîna xwe heta dawî bi awayekî xurt bidomînin.‘

Di operasyonên qirkirina siyasî de pirsên weke;

‘We çima 8’ê Adarê organîze kir?

Hûn çima mafê jinan diparêzin?

Hûn çima dibêjin aştî?

Hûn çima dixwazin tecrîd bi dawî bibe?

Hûn çima pergala hevserokatiyê diparêzin?

Hûn çima dibêjin Gulistan Doku li ku ye?’ hatin pirsîn.

Yek ji sedemên ku kuştin û tundiya li jinan îsal jî zêde bû qanûna înfazê bû. Tevî xeteriya vîrûsa koronayê ya li girtîgehan girtiyên siyasî bi mirinê re rûbirû hatin hiştin û kujer, tecawizkar, diz û talanker hatin berdan. Bi vî awayî îşkenceyên li girtiyên siyasî didomin. TJA li dijî qanûna înfazê kampanyayek dabû destpêkirin. Helwesta jinan bi awayekî xurt li dijî vê yasayê derket.

Jin axa xwe diparêzin

Mijarek din a têkoşîna jinan jî dagirkeriya dewleta tirk bû. Ji destpêka salê ve bombe li ser Kurdistanê hatin barandin û gefên dagirkeriyê jî bi dawî nebûn. 24’ê tebaxê koordînasyona KJK’ê ragihand ku endama konseya rêveber a KJK’ê Leyla Agirî jiyana xwe ji dest daye. KJK’ê diyar kir ku ji nûnerên wêrek û leheng ên berxwedan û dîroka wan a azadiya jinê, hevala wan Leyla Agirî (Fîlîz Aslan) di hezîrana 2020’an de di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest daye. KJK’ê di heman daxuyaniyê de soza mezinkirina têkoşîna cangoriyên azadiyê dubare kir.

Planên li ser Şingalê

Ji hezîrana îsal ve dewleta tirk bi hemû hêzên xwe ve û bi hevkariya îxanetkarên Kurdistanê, hewl dide Kurdistanê dagir bike. Li dijî vê yekê şerê li Heftanînê bêsekin didome. Cenga li Heftanînê piştî êrîşên di 16’ê hezîrana 2020’an de geş bû. Dîsa planên dagirkirina Şingalê hene. Ji serê salê ve êrîşên li ser Şingalê didomin, herî dawî hikûmetên Bexda û Hewlerê bi planên xwe yên qirêj hewl dan warê ku beriya 6 salan jê bazdan, dagir bikin. Di hevpeymana di nav her du hikûmetan de tê gotin divê Şingal ji aliyê wan ve were birêvebirin. Şingaliyên ku piştî fermana 2014’an xwe bi xwe bi rê ve dibin, li dijî vê yekê nerazîbûn nîşan didin. Ew dibêjin em îxanetkaran li axa xwe naxwazin û divê Şingal ji aliyê şingaliyan ve were birêvebirin.

Hedefgirtina jinên têkoşer

Li dijî hemû gef û êrîşan di nav salê de, bi pêşengiya jinan çalakiyên ji bo yekitiyê hatin lidarxistin. Ji ber ku PDK’ê bi rêya medyayê jinên têkoşer hedef digire û heqaretê li pergala hevserokatiyê dike, jinên tevgera azadiyê bi taybetî bang li jinên başûrê Kurdistanê û di nav PDK’ê de kirin ku li dijî wan nêzikatiyên wan ên li dijî jinan xwedî helwest bin.

Jin dê tola hemû êrîşan hilînin!

Li aliyê din, 23’yê hezîrana îsal bi fermana Erdogan li warê berxwedanê Kobanê 3 jinên têkoşer hatin qetilkirin. Endama koordînasyona Kongraya Starê Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl ȗ dayika Emîne Weysî pêşengên civakê bûn. Dewleta tirk hewl dide yekitiya jinan ku ji bo wan xeteriya herî mezin e, ji hundir ve bêhêz bike. Bi vê windahiyê jinên rojavayê Kurdistanê di serî de diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe hîn mezintir bikin û xwîna wan jinên pêşeng, li erdê nehêlin.

25’ê Mijdarê di roja têkoşîna li hemberî tundiya li jinan tevî bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li tevahiya cîhanê jin peyam dan. Çend ji navendên ku jin bi girseyî li wan kom bûn Amed, Stenbol, Moskov, Bangladeş, Guatemala, London, Berlîn, Hambûrg, Bern, Basel, Parîs, Lîmasol û Bruksel bûn. Bêguman ev tenê çend ji gelek navendan in, lê her çiqas mekan cuda bûn jî peyamên derketin pêş heman bûn. Jinan xwest kir ku tundiya li dijî jinan bi dawî bibe.

Berxwedana jinan weke stirî di nav çavên desthilatdaran de ye lê jin dibêjin bila çavên wan birijin.

Sê jinên berxwedêr

Di 9’ê çileyê de jî peyamên têkoşîna edaletê derketin pêş. Jina serbilind û şopdara rêya heqîqetê Sakîne Cansiz (Sara), têkoşera kurd û jina dîplomat  Fîdan Dogan (Rojbîn), berxwedêra jiyana azad Leyla Şaylemez (Ronahî), di sala 2013’yan bi fermana Erdogan li orta Parîsê hatibûn qetilkirin. Sara, Rojbîn û Ronahî îsal jî bi girseyî, li gelek deveran hatin bîranîn. Di salvegera vê roja reş de ev 7 sal in di serî de jin bi hezaran kes dadikevin kolanan û xwestin kujer bên darizandin. Di nav salê de pêşketinên girîng ên di doza Parîsê de jî hatin qeydkirin lê heta ku ev doz bi encam nebe jinên kurd bi israr in ku li pey dozê bin.

100 sedem û 100 hezar îmze

Di heman demê de Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) îsal bi wesîleya 25’ê Mijdarê dest bi kampanyaya ‘Ji bo darizandinda dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ kir. Kampanyaya jinan bi hemû leza xwe didome. Dema TJK-E’ê ev kampanya ragihand diyar kir ku gelek dîktatorên di dîrokê piştî mirin, hatin darizandin lê ew ê destûr nedin dîktatorê nû piştî mir were darizandin. Di çarçoveya kampanyayê de jin îmzeyan kom dikin û 100 sedeman nîşan dane ku dîktator were darizandin, lê bêguman ji 100 sedeman zêdetir sedem hene ji bo darizandina wî. Çalakiyên 25’ê Mijdarê ji vê rojê û şûn de jî 16 rojan kampanyaya li dijî tundiyê dewam kir ku jin li gelek deveran çalakiyan li dar xistin.

Windakirina Gulistan Dokû

5’ê çileya îsal, xwendekara zanîngeha Mûnzûrê, Gulistan Dokû hat windakirin û heta roja me ya îro jî jin ji bo dîtina wê têdikoşin. Gulistan Dokû ji aliyê Zaynal Abarakov hat revandin ku zirbavê wî polîs e. Ev nêzî salekê ye, di serî de dê û xwişka Gulistan, jinên li Bakur û Tirkiyeyê ji bo dîtina Gulistanê têdikoşin. Di encama têkoşîna jinan de, herî dawî zirbavê sûcdar Zaynal Abarakov ji ber zexta civakê di vê dozê de ji erka xwe hat girtin, lê çalakiyên ji bo dîtina Gulistan û cezakirina sûcdaran didomin.

Vîrûsa koronayê û tundî

Yek ji mijarên sereke yên jinan ên îsal, têkoşîna li dijî tundî û kuştina jinan bû ku di pêvajoya pandemiyê de zêde bûn.

Ji dawiya sala 2019’an û vir ve krîza vîrûsa koronayê bû belaya serê mirovahiyê. Weke di gelek mijaran de jî bi hatina şewbê careke din bi taybetî jiyana jinan serûbin bû. Tê zanîn ku mal ji bo jinan yek ji cihên herî xeter e. Ji ber qedexeyên derketinê êdî jin bi kujer û îşkencekarên xwe re li malê hatin hepiskirin. Li ser vê yekê saziyên jinan ji bo parastin û bihêzkirina jinan xetên telefonê sazkirin.

Li gorî hejmarên fermî yên Neteweyên Yekbûyî ji sedî 35 jinên tevahiya cîhanê di jiyana xwe de herî kêm carekê ji aliyê qaşo hevalê xwe ve tundî dîtin an jî hatin tacîzkirinn an tecawizkirin. Li tevahiya cîhanê ji sedî 38’ê jinan ji aliyê mêrê pê re yan jî hevjînên xwe ve tên kuştin. Ev reqem tenê ya fermî ye lê divê ne weke hejmarên rast werin nirxandin. Navên wan jinan, çîrokên wan, rûyên wan tenê di rojnameyan de derdikevin û her tim bi vî sernavî derdikevin: Trajediya malbatê û dramaya hasûdiyê. Dem hatiye ku em bêjin kuştina jinan femisîd e!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê