25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Misrê rewşa jin û zarokan

Li Misrê têkildarî tundiyên li ser jin û zarokan raporek ji aliyê saziya bi navê ‘Weqfa Edrak a Pêşketin û Wekheviyê ve hat weşandin.

Li gor raporê tenê di 3 mehên destpêkê yên sala 2021’î de 140 jin rastî gelek cureyên tundiyê hatine, 60 jîn jî hatine kuştin û 10 jîn di gava dawiyê de ji kuştinê rizgar bûne.

Di raporê de hat gotin ku gelek jin di bin navê xwekuştinê de mirine û wiha hat gotin: “20 jinên ku rastî tundiyê dihatin di 3 mehên destpêkê yên salê de xwekuştin. 6 jin ji ber şîdeta li wan hat kirin astengdar man, 17 jin rastî destavêtinê hatin û 14 jin jî hatin îstîsmarkirin. Li Misrê du bûyerên sinetkirina jinan jî qewimîn.”

 Li gorî raporê kuştina jin zarokan herî zêde ji hêla endamek malbatê yan jî hevserê xwe ve jin hatine kuştin. Di rêza duyemîn a raporê de jî jinên ku di bedena wan de şikestin û birînên kûr û astengiyên timî yan jî demkî hebûn. Rapor radixe ber çavan kun li gorî xala 242 a Qanûna Misrê, zilamên ku dubare tawanên tundiyê dikin, tevî cezayên giran digrin jî dîsa dubare dike.  

Di raporê de hat diyarkirin ku ji sedî 15,7 jinên di navbera 19-30 salî de rastî şîdeta zayendî hatine, ji sedî 72 tawanên şîdetê yên hatine dîtin li qadên bajarî ji sedî 72 rêjeya sûcê li dijî jin û keçan zêde bûye û ji sedî 27 jî li deverên gundewarî hatiye pêkanîn.

Ji aliyê navenda çavdêriyê ve diyar bûye ku binpêkirinên di sê mehên destpêkê yên salê de qewimîne, tenê hejmarên ku ji serlêdanên fermî hatine girtin in hew wiha rapor jî li gorî van agahiyên di çapemeniyê hatine berhevkirin hatiye amadekirin.