24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Myanmarê rewş aloz e

Li Myanmarê xwepêşandanên ku li dijî darbeya leşkerî û ji bo protestokirina binçavkirina endamên hikûmetê yên hilbijartî çêbibûn, ji alî artêşê ve rastî destwerdaneke tund hat û di encama destwerdana artêşê de 780 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora rojane ya ku ji alî saziya alîkariya girtiyên siyasî ve hatiye ragihandin, di 24 seatên dawî de di encama destwerdana leşkeran de 4 kesên din jiyana xwe ji dest daye. Her wiha di raporê de tê gotin ku di vê yekê hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye bûye 780 kes û derdora 4 hezar xwepêşandêran jî birîndar bûne. Li gorî encamên vê raporê tê destnîşankirin ku derbarê 1540 kesên din de jî bi behaneya dijîtiya darbeyê biryara girtinê heye.

Dibe ku helbestkar hatibe kuştin

Ji aliyekî din ve helbestkarê navdar Khet Thi ku di 8 gulanê de tevli xwepêşandanên li dijî darbeyê bibû, li bajarê Monywa li qereqoleke artêşê jiyana xwe ji dest daye. Li gorî agahiyên ku hevjîna helbestkar bi BBC’yê re parvekiriye artêşê pêşî ew jî bi hevjînê wê re binçav kiriye û piştî lêpirsînê ew serbest hatiye berdan lê hevjînê wê Khet Thi li qereqola bajarê Monywa girtî maye. Di berdewama axaftina xwe de wiha gotiye: “Piştî wê jî ji nexweşxaneyê li min geriyane û gotine Khet Thi jiyana xwe ji dest daye, dema min cesedê hevjînê xwe teslîm girt, min ferq kir ku hin organên laşê wî kêm in”. Her wiha derheqê sedema mirina Khet Thi de tu agahî ji artêşê nehatine aşkerakirin.

Wekî tê zanîn Artêşa Myanmarê bi idîaya ku di hilbijartinên 8’ê mijdara  2020’î de fen û hîle hatine kirin tevliheviya li wî welatê zêde kiribû û paşê di 1’ê sibatê de dest danîbû ser rêveberiya wî welatî. Piştî wê jî xwepêşandanan dest pê kiribû.

Artêşê di serî de lîderê welat û Wezîrê Karên Derve Aung San Suu Çii gelek rêveber û berpirsên partiya desthilatdariyê girtibûn bin çavan û nêzî salekê welat di bin siya rewşa awarte de birêve biribû. Paşê jî pêla binçavkirin û girtina rayedarên berê yên hikûmetê berdewam kiribû û ew li dadgehên leşkerî dihatin dadgehkirin.