16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Newroza rojavayê Kurdistanê peyamên yekitî û şikandina tecrîdê hatin dayîn

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatlê Sûriyê bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” bi beşdariya dehhezaran ji pêkhate û gelên herêmê Newroz hat pîrozkirin û bajarên ku agirê Newrozê hat dadan, bi reng û cil û bergên kurdî hatin xemilandin.

Peyamên pêkvejiyanê û yekitiyê hatin dayîn

Li bajarên rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Qamişlo, Şam,  Tirbespiyê, Girkê Legê, Dêrik, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Kobanê, Reqa, Şehbay û Helebê ji aliyên dehhezaran welatên herêmê ve bi pîrozbahiyên cihêreng Newroz hat pîrozkirin. Pêşandanên çand û hunerî yên koman pîrozbahî rengîntir kirin.

Di pîrozbahiyan de, Newroza gelê kurd hemû pêkhateyên herêmê hat pîrozkirin. Nûnerên sazî, partî û rêxistinan ên axivîn, bal kişandin ser girîngiya projeya xweseriya demokratîk û xetereyên li pêkvejiyana gel û baweriyên herêmê. Her wiha hat destnîşankirin ku wê têkoşîna li dijî terorê bidome û bi berxwedana hevpar herêm û bajarên dagirkirî bên rizgarkirin.

Yekitiya neteweyî ya kurdî yek ji mijarên sereke yên pîrozbahiyan bû û giringiya wê hat bibîrxistin. Li ser mijarê, hat gotin ku divê tu aliyên kurdî neyên lîstik û komployên dijminên gelê kurd û xizmetê ji yekitiya kurdî re bikin.  

Di axaftinan de tecrîda li ser rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan û zextên li ser partî û siyasetmedarên kurd hat bibîrxistin û hat gotin ku kurdên bakurê Kurdistanê dê heta dawî li ber xwe bidin û li dijî faşîzm û dagirkeriyê bi ser bikevin.

Başûrê Kurdistanê

Li gelek bajar û navendên başûrê Kurdistanê jî bi awa û peyamên cuda Newroz hat pîrozirin.

Akrê

Yek ji cihên Newroz bi rengînî tên pîrozkirin bajarê Akrê yê başûrê Kurdistanê ye. Welatiyên Akrê û gelek deverên din ên Kurdistanê bi meşaleyan berê xwe didin çiyayê Kelê û bi pêxistina agir Newrozê pîroz dikin. Îsal jî bi hezaran kesan berê xwe da çiyê û Newroz pîroz kirin.

Şengal

Şengliyên ku ev çend meh in li hemberî destwerdana bajêr a ji aliyên hikûmeta Iraqê ve li ber xwe didin, tevî zext û gefên hikûmeta Iraqê, li tevahiya gund û navçeyên Şengalê agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîroz kirin. Li Guhbel, Borik, Duhla, Sedeşt, Xanesor, Sinûn, Digur û navenda Şengalê, welatiyan li dora agirê Newrozê govend geran û peyan berxwedanê dan.

Qendîl

Bi hezaran welatiyên ji başûr û parçeyên din ên Kurdistanê beşdarî Newroza li çiyayên Qendîlê bûn. Gel agirê Newrozê dada û li ber stranên hunermend Nasir Rezazî, Diyar Dersim, Çopî Fetah, Şilan Osman, Bextiyar Salih, Koma Şehîd Serhed, Koma Şehîd Zerdeşt û Koma Şehîd Destîna govend gerandin. Her wiha gelek caran diruşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Germiyan

Li gelek bajar û navçeyên başûrê Kurdistanê Newrozê hat dadan. Gelek welatî beşadarî pîrozbahiyên newrozê yên Kelar, Kifrî, deverên din ên Germiyan û bajarê Helebçeyê bûn. Her wiha li navçeyên Kifrî, Xaneqîn, Xurmatû û herêma Balekateyî agirê Newrozê hat dadan û bi girseyî Newroz hat pîrozkirin.