24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li nexweşxaneya dewletê bûyera tecawizê

Zilamên bi navê C.Î., A.Ç, N.A., F.R. û K.Ç. ên temenê wan di nava 30 û 40’î de ku li beşa Fakulteya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan dixebitin, bi jina kerr fihûş dan kirin. Personel û 4 kesên pê re ku agahiyên ragihandinê yên jina weke nexweş qeyda xwe çêkir, bi hevalên xwe yên mesaîyê re parvekirin, jina kerr bi awayekî sîstematîk û bi darê zorê fihûş pê dane kirin.

Bûyer, piştî ku di 12’ê nîsanê de di nava personelên hin polîklînîk ji bo fihûşê bikardianîn de niqaş derket, derket holê.

Li gorî agahiyên ku ji personelên nexweşxaneyê hatin bidestxistin, piştî ku bûyer derket holê rêveberiya nexweşxaneyê ewil got ji personelan C.Î., A.Ç. û N.A. bi destûr in, li gel bertekan pişt re ragihan ku derbarê C.Î., A.Ç. û N.A. de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Hat îdiakirin ku rêveberiya nexweşxaneyê kesên ku tev li bûyera fihûşê bûne diparêze û xwestine C.Î., A.Ç. û N.A. li Nexweşxaneya Tenduristiya Diran û Dev a Karakopruyê peywîrdar bikin.

Li Rihayê di nava salekê de bûyerên tundiya zayendî ku personelên nexweşxaneyê jî di nav de ne zêde dibin. Par keçek û dayika wê ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Eyyubiyeyê dihatin dermankirin rastî êrîşa zayendî ya 2 peywîrdarên ewlehiyê hatibûn û piştî ku bûyer hat bihîstin, her du kes li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan hatibûn peywirdarkirin.RIHA