25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bexdayê şewat: 45 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Nexweşxaneya Îbn El-Xetîp a li Bexdayê ku piranî nexweşên şewba vîrûsa korona lê dihatin dermankirin, şewat derket. Li gorî zanyariyên destpêkê 45 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji ber şewatê li Iraqê 3 roj şîn hat ragihandin.

Li gorî agahiyên ROJnewsê, şewat şevê din saet derdora 23.00’an de derket û li tevahiya nexweşxaneyê dar ber xwe. Hêzên agirkujiyê bi 10 komên cuda, hewl dan şewatê vemîrînin lê piraniya nexweşxaneyê şewitî.

Endamê Meclisa Bexdayê Seîd El-Seîdî têkildarî mijarê agahî dan televizyona El-Erebiye û got ku heta niha cenazeyên 45 kesan ji avahiyê hatine derxistin.

Piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane, nexweşên şewba virûsa korona bûne. Her wiha dikor û hemşîre jî di nav wan kesan de hene ku jiyana xwe ji dest dane.

Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane, ji bo morgên nexweşxaneyên din ên li bajêr hatin veguhastin.

Sedema şewatê nayê zanîn, lê li gorî hinek çavkaniyan tupên oksîjenê yên li nexweşxaneyê teqiyane. Li gor hin kesan jî şewat ji ber kontaxa ceyranê derketiye.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ji ber şewatê 3 roj (25-26-27 nîsan) wekî şîn ragihand.

BEXDA