spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Oslo û Viyanayê çalakiyên şermezarkirinê hat lidarxistin

Civaka Kurd a Demokratîk bersiv da banga Defend Kurdistanê, Tora Jina Kurd (Kurdisk Kvînnettverk) û Ungkur li Osloyê roja şemiyê çalakiyek li dar xistin.

Di mîtîngê de êrîşên dewleta Tirkiyeyê ên li ser kurdan hat şermezarkirin.

Li mîtîngê endama delegasyona Defend Kurdistanê Lîda Weerts li ser navê Tora Jina Kurd axaftinek kir.

Weerts bang kir ku bibin dengê hemû jinên ku di hedefa êrîşên tirk de ne û wiha got: ”Li Ewropayê divê em bibin dengê jinên Kurdan, li vir, li Norwêçê. Êdî em nikarin bêdeng bimînin.”

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî bi pêşengiya ciwanên kurd li dijî dagirkeriyê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de berxwedana li dijî êrîşan hat slavkirin, bi belavokan der heqê êrîşên dewleta tirk de agahî hat dayin.