25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li otela ku sefîrê Çînê lê bû teqîn pêk hat

Li paytexta Belucistanê Quttayê ya Pakistanê, li oteleke ku Sefîrê Bilind ê Çînê jî lê dima teqînek pêk hat. Li gorî texmînan teqîn di encama êrîşê de pêk hatiye. Wezareta Karê Hundir ya Pakistanê ragihand ku li gorî agahiyên ewil di teqînê de 4 kes mirin û 12 kes birîndar bûn.

Ji birîndaran yek jî mêvanên otelê, Sefîrê Bilind ê Komara Gel a Çînê yê li Îslamabadê û delegasyoneke Çînê bû. Hate ragihandin ku Sefîrê Bilind û delegasyona pê re di dema teqînê de li derveyî otelê bûn. Balkêş e ku Wezîrê Karên Hundir piştî teqînê Hindistan sûcdar kir. Lê belê wezîr têkildarî vê sûcdariyê tu delîl pêşkêş nekir.

Belucistan ku welatê xelkê Belûcî ye û di navbera Îran û Pakistanê de hatiye parvekirin, beşa wê ya li aliyê Pakistanê ji aliyê gaza xwezayî û madenê ve gelekî dewlemend e. Lê tevî vê yekê jî xelkê wê xizan hatiye hiştin. Tê zanîn ku Komara Gel a Çînê di çarçoveya Projeya Rêya Îpekê de bi milyaran dolarî razemenî li vê herêmê kiriye.