19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Parîsê ji bo sê jinên kurd meşiyan

Li paytexta Fransayê Parîsê sê jinên kurd û siyasetmedar di 9’ê çileya 2013’yan de hatibûn qetilkirin. Di 5’ê çile de li Parîsê Ji bo damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) meşek girseyî  hat lidarxistin. Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de pankarta “Heta ku edalet di tariyê de be Fransa sûcdar e” vekirin. Heta Buroya Enformasyonê meşiyan. Sekretera Giştî ya Partiya Komunîst a Fransayê û namzeta serokkomariyê Fabîen Roûssel, Alîkara Şaredariya Parîsê Helene Bîdard û encumenên şaredariya Parîsê ya 10’emîn jî tev li meşê bûn. Kesên beşdarî meşê bûn, qerenfîlên di destê xwe de danîn qada taybet a li pêşiya buroyê.  Li ser navê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, TJK-E, KCDK-E û CDK-F kulîlk hatin danîn.

Birayê Sakine Cansiz Metîn Cansiz li ser navê malbatên sê jinên kurd axivî û wiha got: “Di vê meşa edaletê de ez Kurdistaniyan û hemû dostên ku em bi tenê nehiştin, silav dikim. Heta ku kujer werin darizandin wê têkoşîna me bidome.”

Endama TJK-E’yê Zeynep Dêrsim jî diyar kir ji roja ewil ve kujer eşkere ne û heta ku kujer werin darizandin wê têkoşînê bidomînin.