24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Pey Şopa Hin Şahidan

Rojda Yaşîk

Rojeke sar û ronkayî, em du jinên kurd di bin darcêwiyan de dimeşin; bêhneke seyr, baxçeyekî bi hezar tonên kesk û zer ve xemilî, sohbeteke şên û kûr…

Hevala min kurdeke başûrê Kurdistanê ye lê wekî bi milyonan kurdan, li bajarekî Ewropayê hatiye dinê û mezin bûye. Wê edebiyat xwendiye, metnên ezamet ên şaristaniya rojavayî xitim kirine û berê xwe daye rexneyeke dij-mêtinkar. Li pey rêçên koletî û bindestiya kurdan di edebiyata Afro-Amerîkanan de ye. Bi kelecen qala romanên Toni Morrisonê dike, paşê ji nişka ve dipirse; ma gelo Yaşar Kemal jî nabe ku derd û kulên gundiyên Kurdistanê, palêyên feqîr, xulamên bêhêvî vegotibe.

Ez xwe kerr dikim, disekinim. Ew gotina xwe wiha didomîne; ez bi zimanê tirkî nizanim lewma min bes romaneke wî bi zimanê siwêdî xwendiye. Min pir xwest hevpeyvîn, nivîsar, vîdeo hema derheqê wî de çi hebin bizanibim, bixwînim. Lê mixabin, ez bi tirkî nizanim…

Îcar ew xwe kerr dike û ez dibêjim; tê bîra te gelo, Morrisonê di nivîsareke xwe de digot, divê nivîskar baş pê bizanibe ew ê/a kinyê û çawa li hemberî neheqî, zilm û zordariyê biaxife lê jixwe hemû nivîskar her tim diaxifin/dinivîsin. A girîngtir ew e ku nivîskar gelo li hemberî çi xwe kerr kiriye? Ji ber ku ziman ne bi tenê alafa vegotinê ye belkî zêdetir alafa veşartin, binecilkirinê ye.

Wê bi ken û fen serê xwe ba kir û got; tu dizanî ev karekî çetin û berfireh e. Xwezila rojekê me bikaribûya bi xwendineke sîstematîk berhemên wan nivîskarên êş û kesera miletê me bi çavên serê xwe dîtine, analîz bikirana.

Di wê roja sar de, em her du li kafeyeke li kêleka parkê rûniştin. Wê pirtûkek vekir û derbasî ‘alemeke din’ bû. Min jî encama axaftinên me nivîsî.

Helwesta nivîskarên tirkiyeyî

Dewletên burjuva ji hemwelatiyên xwe bi tenê tiştekî dixwazin; li hemberî ‘esasên dewletê, zagonên dewletê, berjewendiyên dewletî rêz bigire- yan jî bi awayekî aşkera dijberiya wan neke. Lê belê tu daxwazeke van dewletan nîn e ku hemwelatî ji serokên dewletê hez bikin an jî stûyê xwe li ber partiya desthilatdar xwar bikin. Di serdema împaratoriyan de an jî di desthilatiyên faşîst de hemû hemwelatî neçarbûn ku fermanberiya serokan bikin lê belê êdî tu mecbûriyeteke bi vî rengî tune ye.

Di dîroka dewleta tirkan de, hikûmet kî dibe bila bibe, ev mecbûriyet her hebûna xwe diparêze. Ji çanda koçeriyê ya tirkan heya împaratoriyê û avabûna komara Tirkiyeyê vê yekê berdevam kiriye. Madem ku mijara me edebiyat bû, ka werin em bi çend nimûneyan rave bikin; gelo helwesta nivîskar û şaîrên navdar; Nazim Hikmet, Sabahattin Alî, Yaşar Kemal, Azîz Nesîn, Zulfu Lîvanelî çi bû?

Gava meriv bi awayekî serroberro lê dinêre yekser aşkera dibe ku van hemû kesan tu carê dijberiya komara tirkan nekirine û heya hebûna komarê wekî “xêra xwedê” dîtine. Lê belê, mirovên kêm zêde bi dîrok û hêmayên bingehîn ên komara tirkan dizane, her wiha dizane ku her çiqasî navê rejîmê komar be jî, taybetmendiyên vê komarê yekparêz, faşîst û mîlîtarîst in. Gelo van nivîskaran li hemberî van taybetmendiyan çi helwest nîşan daye?

Nimûneyê sereke Nazim Hîkmet e; wî her çiqas ji bo Quwayî Mîllîyeyê helbestên mîlîtarîst, ji bo avaker û serokê komara tirkan Ataturk, helbest nivîsîbin jî, bi awayekî ecêw ew bi “komûnîstiyê”, “xayintiyê”  hat binavkirin û ji destê dewletê gelek zilm û zordarî dîtin.

Belê, Nazim Hîkmet bi sedan helbest, name û nivîs li pey xwe hiştine. Lew mirov bi hesayî dikare naveroka nivîsên wî şîrove bike û li gorî perspektîfa xwe encaman jê derxîne. Lê gelo wî li hemberî çi xwe kerr kiriye? Heya dibe ku xwekerrkirin gotineke pasîf be, wî gelo çawa rasterast piştgirî daye qetlîama ermen, pontus û kurdan? Wekî tê zanîn Quwayî Mîlliyeyê şerê eslî li hemberî ermen, pontus û kurdan kir. Nazim Hikmet piştgirî da Quwayî Mîlliyeyê û paşê jî bû cerdevanekî dilsoz ji bo komara tirkan. Lê belê ew dîsa jî wekî “tirkê maqûl” nehatiye qebûlkirin. Her wiha ji wî hatiye xwestin ku bi awayekî aşkera bîadî Ataturk bike. Lewma jî ji bo Ataturk “qesîde/kaside”  (yanê di eslê xwe de daxwaznameke efûyê) nivîsiye. Ka werin em niha beşeke ji wê bixwînin;

“Min biborîne. Belê min serê te bi xwe êşand, lê muhrek li eniya min xistine û dibêjin “Nazim leşkerên înkilabê teşwîk dike ku ew îsyan bikin” ez pê bawer im ku ji xeynî alîkariya cenabê te, ez ê nikaribim vê qîrê ji eniya xwe re bikim. Tu tekane serokê înkilabê yî ku ez serî lê bidim. Ez edaletê ji cenabê te û kemalîzmê dixwazim. Li ser înkilaba tirkan û cenabê te sond û peyman dikim ku ez bêsuc im.”

(Nazım Hikmet, Cumhur Reisi Atatürk’ün Yüksek Katına, 18 Ağustos 1938)

Nimûneyeke din Sabahattîn Alî ye. Sabahattîn di sêrî de turanparêz e. Ziya Gokalp wekî îdolê xwe qebûl dike. Her wiha tê zanîn ku ew mudawîmekî “Ocaxên Tirkan” e. Lê paşê fikrên wî hinekî diguherin, dijberiya tekpartîtiyê dike û derheqê vê mijarê de dinivîse. Lê belê ew her tim alîgiriya fikra “Tirkiyeya xweser” dike. Û cardin ev yek têr nake ku Sabahattîn Alî wekî “tirkê maqûl” bê qebûlkirin. Ji ber ku alîgiriya dewletê têr nake, hemwelat divê rasterast alîgiriya serokê hikûmetê jî bikin. Ji wî tê xwestin ku ji bo Ataturk tiştekî binivîse û ew jî qesîdeyekê dinivîse. Navê qesîdeya wî “Evîniya Min/ Benim Aşkim” e. Ew vê di helbestê de ji Ataturk re wiha dibêje;

“ Tu yî / Na dilê min nîn e / Tu yî sînga di min de lê dixî / Tu yî bi navê “bîrdozîyê” di seriyê min de çîk disekinî. Tu yî rojên min ên nîv-sedsalî dadigirî; heke ez te jê derxim, jiyana min beriya ku destpê bike, diqede. Ka risteyeke çawa vebêje vê yekê. Hest piştxûz dibin gava tên nivîsîn. Bi kurtasî ez ê bibêm; min dilê xwe daye Gaziyê Gewre, êdî di sînga min de evîniya wî dijî.”

(Sabahattin Ali, Benim Aşkım: 15 Ocak 1934, Varlık Dergisi)

Piştî ku ev qesîde çap dibe û tê xwendin, dewlet cardin derî û derfetên xwe ji bo Sabahattîn Alî vedike.

Nimûneyekî din Azîz Nesîn e. Nesîn di tevahiya jiyana xwe de piştgiriya îdeolojîya fermî kiriye. Ew her tim dewletparêz bûye. Gava behsa salên xwe yên efseriyê dike; dibêje min tu carî telefona dewletê ji bo sedemên şexsî bi kar neanî, ji ber ku divê kes sermiyana dewletê ji bo şexsên xwe bi kar zehî nekin. Belê evqasî jî îdealîst e.

Wî tu carî dijberiya dewletê nekiriye lê gelek caran rexne li hikûmetê kirine. Lê cardin dewletperestiyê têr nekiriye û serê wî her bi hikûmetê ketiye belayên cur bi cur.

Nimûneyekî din Yaşar Kemal e. Yaşar Kemal berhevkarekî serketî ye; çi mîrateya çandî û folklorî ya ermen, suryan û kurdan hebe, wî bi awayekî serketî berhev kirine û di bin sîwana nasnameya “Anatolya”yê de pêşkêş kirine. Jixwe tê zanîn ku heya beriya avakirina komara tirkan, Anatolya navê erdnîgariyeke pir biçûk e. Lê paşê “zanist” û akademîsyenên îdeolojiya fermî bi zanetî hemû hêmayên aîdî van miletên qedîm bi “çanda Anatolyayê” bi nav dikin. Bi vî awayî çand, muzîk, folklor, govend; ji nav û nasnameyên xwe yên rastîn dûr dikevin û êdî dibin malê komara tirkan. Yaşar Kemal bi vî awayî nav û nasnameya van hêmayên çandî guhertin û ew li ser navê “tirkbûnê” qeyd kirin. Her wiha di tevahiya emrê xwe de alîgiriya paradigmaya avabûnê ya dewleta tirkan kir. Car carna dijberiya hikûmetan kir lê ew her tim dewletperest û kemalîstekî dilsoz bû.

Mehmet Alî Birand dema ku bi Yaşar Kemal re hevpeyvînê dike, Yaşar Kemal bi şanazî wiha dibêje;

“Dilê min tu carî razî nebû ku welatê min (behsa serdema 12’ê îlonê û salên 90’î dike) li welatên ewropî wekî welatekî îşkenceker bê naskirin. Min nexwest ku ez rûmeta vî welatî bişkênim, lewma ez neçûm Ewropayê û li wir nebûm niştecih. Min tu carî dawetên Yekitiya Ewropayê, Kongreya Amrîkayê qebûl nekirin, ez neçûm.”  (Mehmet Ali Birand Yaşar Kemal Roportaji, 32. Gun,1997, )

Belê di salên 90’î û 12’ê îlonê de bi dehhezaran kurd di bin îşkencê de bûn. Jin derdiketin sûkan û di bin bomberbarana artêşa NATO’yê de diqîriyan, bi hezaran gundên kurdan dihatin şewitandin. Gelek ciwanên kurd bes ji bo ku dengê xwe bigihînin dinyayê, agir berdidan cendekên xwe lê belê Yaşar Kemal ketibû pey derdê rûmeta dewleta tirkan!

Nimûneyê dawîn Zulfu Lîvanelî ye. Lîvanelî wekî “çepgir” tê nasîn û heya cemaeta “Ulkucu/Bîrdozên Tirkan” wî wekî “komûnîst” bi nav dikin. Tê darizandin û diçe sirgûniyê. Lê Lîvanelî bi tu awayî dijberiya dewlet, komar û kemalîzmê nekiriye. Bereqsî vê yekê wî her tim alîgiriya komarê û rêgezên komarê kiriye. Lîvanelî jî wekî nimûneyên din, car carna dijberiya hindek rêvebirên dewletê û hikûmetan kiriye. Wî her tim hewl daye ku Mustafa Kemal ji bin barê qetlîamên wê serdemê derxe û îzbat bike ku Mustafa Kemal pîr û pak e.

Bo nimûne wî di 25’ê mijdara 2011’an de di rojnameya Cumhuriyetê de wiha dinivisî: Mustafa Kemal, Seyît Riza û hevalên wî darve nekirine. Ew qaşo “kemalîstên” tirsiyan û gotin ku  Ataturk bi rehm e, ew ê efû bike, lewma bi lezûbez ew mirovan darve kirin, kî nin? Heman kesan digot ku “hezkirina Ataturk îbadet e” lê belê wan ji Ataturk hîç fam nekiriye. Belê ev kes, serokwezîrê wê serdemê Celal Bayar û rêvebirê emniyetê û wezîrê Partiya Adaletê Sabri Çaglayangil bûn.” (Cumhuriyet Gazetesi, 25 Kasım 2011)

Di hemû nimûneyên jorîn de cardin rasterast û aşkera derdikeve meydanê ku li gorî rêgezên dewleta tirkan, serok û dewlet tu carî ji hevdu cihê nayên hesibandin. Şexsîyetên dinivîsin, muzîk an jî hunerê dikin yanî bi awayekî dikarin bandiorê li civakê bikin, neçar in ku xwe li ber dewlet û xwediyên dewletê îzbat bikin.

Gelek caran gava meriv jiyannîgariya van nivîskaran dixwîne, meriv wisa dizane ku van kesan dijberî zilm û zordariya serdema xwe kirine û lewma ketine zindanan an jî berê xwe dane sirgûniyê. Lê paşê dema meriv hinekî bi hurgilî li mijarê dinêre, cardin aşkera tê dîtin ku gelek ji van nivîskaran an bi şanazî piştgiriya wan qetlîam, îşkence, zilm û zordariyan kirine yaî bi awayekî aktîf alîgiriya dewleta tirk û hikûmetên wê dewrê kirine. An jî ketine malên xwe, xwe kerr kirine. Dema ku derfet ketine destê wan jî, tu carî behsa îşkence û qetlîamên dewletê nekirine ku rûmeta dewleta xwe biparêzin.

Şehîd û şahid; xwişkên cêwî nin. Şehîd dibîne û dimire. Şahid dibîne lê paşê çi dike?

Wekî hevala min gotibû; xwezila em rojekê berhemên hindek nivîskarên şahid bi awayekî sîstematîk analîz bikin ka gelo li hemberî neheqî, qetlîam, koçberî, fermanên hatine serê me çi gotine?

Min xwest ku ev nivîs bibe destpêkek; lewma min destê xwe neda tu berheman. Bêguman di navbera berhem û gotinên berhemdaran de gelek caran ciyawaziyên mezin hene. Lê ez ê bi tenê bi rêya çend hevpeyvîn, vîdeo û arşîvan hindek nimûneyên giştî bidim. Lewma jî dibe ku xwendevan bibêjin; ma heman nivîskar an jî şaîr di berhemeke xwe de helwesteke din nîşan dab û hwd. Dibe ku rast be… Carna berhem ji berhemdar çêtir helwest nîşan didin, carna berhemdar ji ber tirs, nezanî, dilnexwazî û dibe ku hin sedemên din hin gotinên wisa dikin ku dilê xwendevan nazwaze qebûl bike ku wî/ê berhemdara/ê gewre gotineke bi wî rengî kiriye. Lê heya ku em dev ji pêşqebûlên xwe bernedin, ka em ê çawa bizanibin gelo şahidên êşan me çi kirine?

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê