24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Pirsûsê şer: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn

Li gundê Akoren ê girêdayî navçeya Pirsûsa Rihayê, bi îdiaya “lihevnekirina avdana zeviyê” di navbera du malbatên xizmên hev de şer derket û di şer de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.
Li ser îxbara ku şerê çekdar pêk hatiye cenderme û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ji birîndaran Hîkmet Gok û Kavas Gok ên rakirin nexweşxaneyên Pirsûs û Rihayê jiyana xwe ji dest dan. Cenaze ji bo otopsiya wan bê kirin rakirin Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Dermankirina 8 kesên birîndar jî didome.
Hat diyarkirin ku ji 8 birîndaran 2 ji wan xetereya wan a jiyanî heye. Cendermeyan gundê ku şer lê qewimî ji hatin û çûyînê re girt. Li nexweşxaneyên ku birîndar lê tên dermankirin bergiriyên ewlehiyê hatin girtin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.