19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qamişlo agirbest hat binpêkirin û pevçûn derket

Li bajarê Qamişlo piştî ku koma Dîfaa El-Wetenî ya girêdayî rejîma Suriyeyê agirbest binpê kir û careke din êrîş kir, şer dîsa destpê kir. Hat ragihandin ku şer li taxa Tey giran e.

Li gorî ajansa ANHA’yê milîsên Dîfaa El-Wetenî agirbesta ku bi navbeynkariya polîsên leşkerî yên Rûsyayê li taxa Teyî ya Qamişloyê hatibû ragihandin, binpê kirin û careke din êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin.

Şeva borî şerê li taxa Teyî ya Qamişloyê piştî agirbesta bi navbeynkariya polîsên leşkerî yên Rûsyayê rawestiyabû. Lê îro milîsên Dîfaa El-Wetenî agirbest binpê kirin û gule li Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kolana El-Wehda ya li kêleka taxa Teyî ya li başûrê bajêr, barandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrîşan dan.

Milîsên Dîfaa El-Wetenî ku bêserûber guleyan direşînin, 2 zarokên bi navên Ehmed Hemûd Hemûd (14) û Mehmûd Mehmûd li kolana El-Wehde kirin hedef û ew birîndar kirin. Herdu zarok veguhestin nexweşxaneya şehîd Xebat, lê tevhî hemû hewldanan jî, zarokê 10 salî yê bi navê Mehmûd Mehmûd jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku li taxa Tey şerekî giran diqewime û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva êrîşan didin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û polîsên leşkerî yên Rûsyayê li şûna milîsên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê, şeva borî agirbest ragihandibûn.

QAMIŞLO