20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qamişloyê agirbesta demkî hat ragihandin

Piştî ku milîsên Dîfa El Wetenî yên girêdayî rejîma Şamê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê kirin 3 roj bûn pevçûn berdewam dikirin. Îro ji ber pevçûnan ji bo demekî kurt agirbest hat îlankirin.  

Di saetên şevê de li ser navbeynkariya Rûsan, piştî ku di navbera milîsên Dîfa El Wetenî yên girêdayî rejîma Şamê, Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û leşkerên Rûs de hevdîtin pêk hat, agirbest hat ragihandin. Ji bo ku agirbesta wê heta saetên nîvro berdewam bike, mayînde bimîne û alîkarî hev bikin, hevdîtin berdewam dikin.

Pevçûnên ku duh şev di navbera Hêzên Ewlekariya Hûndirîn û Dîfa El Wetenî zêde bûbûn, aliyan ji bo çend saetan navber dabû pevçûnan. Lê ji ber di saet 22.00’an de careke din milîsan êrîş kir, dîsa pêvçûn derket. Hêzên Ewlekariya Hûndirîn ên li Taxa Tayî pêşveçûn, xalên kontrole ya Lîlo ku li bakurê taxê dimîne bi dest xist. Milîsan cara ewil ji wê noxteyê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn kiribû.  Hat gotin ku endamekî Hêzên Ewlekariya Hûndirîn jiyana xwe ji dest daye. 

QAMIŞLO