19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Quds û Xezayê herî kêm 100 kes birîndar bûn

Aloziya di navbera Îsraîl û Filistînê de roj bi roj zêde dibe. Li Quds û Xezayê di pevçûnên navbera polîsên îsraîlî û filistîniyan de herî kêm 100 ciwan birîndar bûn. Kesên birîndar bûne, piraniya xwe bi bombeyên deng û guleyên plastîk birîndar bûne.

Balafirek Îsraîlê baregehek Hemasê bombebaran kir. Berdevkê artêşa Îsraîlê Efîxay Edriî jî got ku wana bersiva avêtina muşekan dane.

Li aliyekî din, koma bi navê  “Sewaid El-Întîfade” bi daxuyaniyekê seferberiya giştî li dijî Îsraîlê ragihand. Der barê geşedanên li Filistînê de, Komkara Erebî sibe Duşemê li ser asta şanderên mayînde li Qahîreyê civînekê li dar dixe.