20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Ranyayê festîvala beyt û heyranokan

Li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperînê 1’emîn Festîvala Beyt û Heyranokan bi tevlîbûna dengbêjên başûr û rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin. Festîval li navenda îdareya Raperînê ji aliyê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Ranyayê ve hat organîzekirin.

Têkildarî lidarxistina festîvalê Rêveberê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Ranyayê Osman Resûl wiha  got: “Me pêwîstî pê dît ku di rewşa niha ya başûrê Kurdistanê û Iraq tê re derbas dibe em festîvaleke bi vî rengî li dar bixin. Gelek stranbêj û heyranokbêjên ji başûr û rojhilatê Kurdistanê tev li festîvalê bûn. Ev yekemîn festivala beyt û heyranokan e li Ranyayê tê lidarxistin. Em ê hewil bidin di dema pêş de jî festivalek ku ji her çar parçên Kurdistanê hunermend beşdar bibin li Ranyayê li dar bixin.”

Hunermend Selah Xezerî yê ji bajarê Mahabada rojhilatê Kurdistanê tev li festîvalê bûye jî got; “Gelê kurd xwedî ziman û çandeke dewlemend e. Her deverek xwedî taybetmendiyeke xwe ya cuda heye. Li başûrê Kurdistanê hunera kurdî ber bi lawaziyê ve diçe. Bi taybetî beyt û heyran gotin li Başûrê Kurdistanê hatiye paşguhkirin.” RANYA