19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li revîrê jî destên wî tên kelemçekirin

Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, ji 17’ê gulanê heya niha 6 caran rakirine nexweşxaneyê. Di 25’ê gulanê de li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê dîmenên Ozkan ên bi awayekî kelemçekirî hatibûn parvekirin û raya giştî bertekeke mezin nîşan dabû.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, îro çû Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê bi Mehmet Emîn Ozkan re hevdîtin pêk anî. Beştaş da zanîn ku 20 deqeyan bi Ozkan re axiviye.

Destên wî tim kelemçekirî ne

Têkildarî rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan Beştaş anî ziman ku rewşa Ozkan giran e û got: “Rewşa wî eynî wekî kesekî di beşa awarte de be. Halê wî, wekî halên dawî yên beriya mirinê bû.”

Beştaş diyar kir ku gardiyanan Ozkan bi sandelyaya biteker anîne revîrê û li wir hevdîtin bi Ozkan re kiriye û wiha axivî:  “Ji ber pandemiyê em li cihekî camkirî, bi telefonê bi hev re axivîn. Rewşa Ozkan qet nebaş e, bi zorê diaxivî. Bi rojan e dermanan dixwe. Dermanên dixwe jî giran in. Car heye ji ber van dermanan bîrereşî dibe û wî tim dibin revîrê. Ozkan got, destên wî tim kelemçekirî ne, kelemçe qet nayên vekirin û li revîrê jî destên wî bi nivînê ve tên kelemçekirin.”

Halê wî wekî halê dawî yê mirinê bû

Beştaş, da zanîn ku piştî di dema hevdîtinê de bi çavê xwe dîtiye, baş fêm kiriye ku nûçeyên derbarê Ozkan de nerast in û ev tişt bi lêv kir: “Ji ber ku rewşa wî pir xirab bû, min nexwest zorê bidimê. Got, dê îro wî bibin nexweşxaneyê , gava wî birine nexweşxaneyê dermanên wî hatine guherandin û îro çend caran tansiyona wî hatiye kontrolkirin. Ji bo ku di der barê wî de hin salixan bigirim, min bi qasî 20 deqeyî pê re xeber da. Bi sandelyeya biteker wî anîbûn. Lê dîsa jî nikaribû bisekine. Eynî wekî kesên di rewşa awarte de be. Halê wî wekî halê dawî yê beriya mirinê bû. Bi zorê diaxivî. Hevalek wî li cem wî ye û ew heval pê re eleqedar dibe. Lê nizanim navê wî hevalî çi ye. Hevalê wî alîkariya wî dike, lê got nikare serê xwe bişo, nikare xwarinê jî bixwe û ji ber vê bêtir nerihet dibe. Helbet wî nikaribû baş rave bike, lê tişta min fêm kir û hîn bûm ev e.”

Beştaş herî dawî  anî ziman ku ew bi xwe jî li hemberî vê rewşê pir êşiyaye û wiha dawî li axaftina xwe anî:  “Gava behsa rewşa xwe dikir, hewl dida tîk bisekine. Wekî hezm nedikir, lê di warê ruhî de diêşiya. Jixwe ji liv û tevgerên wî jî dihat fêmkirin ku diêşiya. Hestiyar bû. Gelek caran destên xwe ber bi serê xwe ve bir. Berî hevdîtin biqede bi 5 deqeyan gava min jê re got, ‘Bi hêviya ku em li derve hev du bibînin’, destê xwe li ba kir, wekî bibêje hêviya wî tune ye.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê