spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rihayê Nobeda Edaletê: Êrîş, serdan, binçavkirin…

Li ber avahiya Edliyeyê ya Rihayê çalakiya ‘Nobeda Edaletê’ ya malbata Şenyaşar di roja 17’emîn de ye. Polîsan îro êrîşî malbatê kirin, dest danîn ser dovîzên malbatê.

Piştre hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir çûn serdana malbata Şenyaşar. Piştî polîsan Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar binçav kirin.

Şandeya KCD û DBP’ê di dorpêça polîsan de serdana malbatê kir û şandeyê diyar kir ku ji bo zextên li ser malbatê zêde nebin ew bi nûnerî hatine serdanê. Emîne Şenyaşar qala tiştên hatine serê wan ji şandeyê kir û wiha got: “Dewlet li ku ye? Ji bo lawê min 150 sal ceza dixwazin. Em li vir rûdinên mudaxileyî me dikin. 17 roj in dixwazin me ji vir rakin. Bila dîmenên komkujiya li ber nexweşxaneyê derxin holê, em ê jî ji vir rabin. Heqe qeydên komkujiyê derkevin holê wê sûcdar jî derkevin holê. Hemin hûn dewlet in, qeydan derxin holê. Heke sûcê me hebe, me jî bigirin.”

Emîne Şenyaşar dermanên vedixwe ji çenteyê xwe derxist û nîşanî Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz da û wiha got: “Ji bo ez rakevim dermana vedixwim. Çavên min ji ber niqresê berdidimê kor bûn. Êdî halê me ku em ê sebir bikin nemaye. Berî ez bimirim dixwazim Fadilê xwe bibînim.”

Salîha Aydenîz, dilxweşiyê li Emîne Şenyaşar kir û wiha got: “Em heta dawiyê li ba têkoşîna we ya mafdar in. Hûn li vir rûdinên, haya me ji we heye. Ji bo zextên zêdetir li ser we nakin em li vir li ba we rûnanên. Lê dilê me bi we re ye. Daxwaza we ya edaletê daxwaza me ye jî. Ev bêedaletî û dijminî nayê qebûlkirin. Ev dijminahiye. Ne tiştekî din e.”

Emîne Şenyaşar got êdî hêvî û baweriya wan bi edaletê nemaye ku were. Li ser vê yekê Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî wiha got: “Ji bo her kesî helbet wê rojekê edalet were. Em heta dawiyê li ba têkoşîna we ne.”

 Çalakiya malbata ya ‘Nobeda Edaletê’ dewam dike û endamên malbatê tên binçavkirin lê dîsa jî dev ji çalakiya xwe bernadin. Emîne Şenyaşar û kurê wê birin  Midûriyeta Polîsan a Rihayê.

RIHA