19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava neştergeriya vekirî bi serkeftî derbas bû

Pêşketinên li rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin Rêveberiya Xweser de her roj zêdetir dibin. Herî dawî hat ragihandin ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Qamişlo, di nexweşxaneya Dil û Çavan a bajêr de, neştergeriyeke vekirî ya serkeftî hat kirin.

Nexweşê 57 salî Elwan Mihemed ji ber tengezariyên nexweşiya xwe pêdiviya wî bi neştergeriyê hebû. Duh ji bo Mihemed neştergeriyeke vekirî pêk hat û bijîşkên nexweşxaneyê ragihandin ku neştergerî bi awayekî serkeftî pêk hatiye.

Der barê vê neştergeriyê de Hevserokê Desteya Tendirustiyê Dr. Ciwan Mistefa daxuyeniyek belav kir û wiha got: “Tîma bijîşkan a ku vê neştergeriyê kirine ji doktorên herêmê pêk tê, emeliyat serkeftî derbas bû û niha rewşa nexweş baş e.” Li gorî pêşbîniya bijîşkên neştergeriyê kirine rêjeya serkeftina vê neştergeriyê ji sedî 95 bûye. Her wiha bijîşkan diyar kirin ku piştî vê neştergeriya serkeftî çend nexweşên din jî ji wan heman daxwazî kirine.

Her wiha hat zanîn ku ev neştergerî digel zor û zehmetiyên hatûçûnê li Şamê bi  1000 hezar dolarî çêdibû lê niha heman neştergerî li Qamişloyê bi  200 dolarî çêdibe û zehmetiyên rê jî ji holê rabûne.