19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojava ‘Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan’

Bi hevkariya Komeleya Xêrxwaziyê ya Janê Xelef a navenda wê li Londonê ye , Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê di meha çileya sala 2021’ê de dê pêşbirkeke bi navê ‘Yekem Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan’ li dar dixe.

Pêşbirk dê bi zimanê kurdî be û mijar. Li gorî daxuyaniya lijneya çalakiyên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya di malperên civakî de belav kiriye, dê ciwanên ji 18 heta 30 salî yên Rojava û Sûriyeyê bikaribin tev li vê pêşbirkê bibin. Her wiha di dawiya vê pêşbirkê de dê xelat werin belavkirin.

Ji nav berhemên ku dê tev li pêşbirkê bibin dê 3 helbestên di rêza pêşî de werin xelatkirin. Xelatên helbestên ku dê bi ser bikevin ev in: Ji bo kesa/ê yekem 500 dolar, yê duyem 300 û yê sêyem jî 200 dolar xelat were dayîn.

Beriya niha Komîteya Amadekirina Heftemîn Kongreya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), di kanûna 2020’î de civîna xwe ya asayî li navbenda HRRK’ê li Qamişloyê, li dar xistibû.

Komîteyê piştî guftûgoyên berfireh ev biryarên jêrîn bi piraniya dengan wergirtibû:

1- Di sala 2021’ê de, bi “Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan” dest pê bike û di serê salê de mercên beşdariya pêşbirkê bi awayekî berfireh bo raya rewşenbîran ragihîne.

2- Biryar wergirt ku “Heftemîn kongreya HRRKê” di 16’ê Nîsana 2021’ê de li dar bikeve. Ev biryar jî li gorî rewşa koronayê û agahiyên Şaneya Kirîzê ya Rojava hatiye wergirtin.

3- Komîteya Çalakiyan kar û barê xwe  hetanî lidarketina kongreya HRRKê, berdewam bike. QAMIŞLO