25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojhilata Navîn nivîskareke wêrek: Newal El-Sadawî

Nivîskara Misrî û parazvana mafên jinan Newal El-Sadawî li gundekî girêdayî parêzgeha Qaliyobiyeyê ya Misrê di cotmeha 1931’î de tê dinê. Li Zanîngeha Qahîreyê beşa Tibê dixwîne. Piştî ku mezûn dibe berê xwe dide Qahîre û gelek gund û navçeyên Misirê, psîkolojî û doxtoriyê dike. Sadawî dema ku li van deran doxtoriyê dike serdestiyan mêran a li ser jinan dibîne û dest bi nivîsê dike.

Di sala 1957’an de di tevahiya nivîs û pirtûkên xwe de, bi giştî qala statûya qanûnî ya jinên ereb, tundiya di malê de, zayendîtî, ol û sinetkirina jinan dike. Sadawî her diçe bi van nivîsên xwe dibe kelem û dikeve çavê otorîteyên fermî û olî. Di demeke kurt  de, ji aliyê rejîmê ve (Rejîma Enver Sedat 1972) ji kar tê qewirandin û kovara ku edîtoriya wê dikir, ya bi navê ‘Tenduristî’ tê girtin û di sala 1981’î de rejîm wê diavêje zîndanê. Newal salekî di girtîgeha Misirê de dimîne û dema derdikeve bi navê Komeleya Hevgirtinê ya Jinên Ereb, Perwerdeya Rast û Komeleya Nivîskarên Jinên Misirê ava dike. Bi vî awayî jinên ereb tîne gel hev û wan birêxistin dike. Her wiha di avakirina Saziya Mafên Mirovan a Erebî de jî cih digire û hê di gelek sazî û dezgehên mafên jinan diparêzin de rista xe tîne cih.

Serî netewand

Wek ku em di jiyana Newal El-Sadawî de jî dibînin, bi ti awayî serî li ber hişmendiya dewletê ya mêrparêz netewandiye. Jineke wisa bû ku hem bi qelema xwe hem bi sekna xwe li hember hişmendî û çanda baviksalariyê li ber xwe dida. Zêdetirî 50 pirtûk nivîsandine. Piraniya van pirtûkan li 40 zimanî zêdetir hatine wergerandin.

‘Firdevs’ navê redkirinê ye

Dema em bala xwe didin naveroka pirtûkên Sadawî em ê bibînin ku ew li dijî rejîmê (dewletê) û dîna hatiye berovajîkirin, tim di nav şerekî mezin de bû. Bi qerekterên xwe serî hildide. Newal El-Sadawî bi pirtûka xwe ya ‘Jina li ser xala sifirê’ bi qerekterê ‘Firdevsê’ pergala baviksalariyê serobino dike. Sadawî di vê pirtûkê de hem dînê îslama ku hişmendiya serdest li gor berjewendiyên xwe xemilandiye rexne dike, hem jî hebûna dewleta Misirê rexne dike. Ji serê wê pirtûkê heta binê wê Firdevs (qerekterê pirtûkê) di ferqa zordestiya mêran de ye û ji bo vê yekê jî Firdevs dibe navê ‘redkirinê’ bixwe. Ew bi hevokên ‘Ez ne li benda tu tiştî me/Ez daxwaziya tu tiştî nakim/ Ez ji tu tiştî natirsim/ Ez Azad im…’ dibe qêrîna her jinekê.

Her du jî ‘Xweda’ dikujin

Çawa ku Nietzsche ‘tunekirina heqîqetê’ -a ku wek avakirina pergala serdestiyê jî tê binavkirin- wek ‘Xweda Mir’ penase dike; El-Sadawî jî zordestiya mêr, hişmendiya dewlet û baviksalariyê ya di asta herî jor de wek ‘Xweda li ber keviya Çemê Nîlê mir’ bi nav dike. Jixwe diyar e ku tespîta Nîetzsche ya ‘kuştina heqîqetê’ bi destpêkirina serdestiya nijadperestiyê ve girêdayî ye. Her wiha tespîta Sadawî ya ku ‘Xwedê li ber Çemê Nîlê mir’ jî bi nêzîkatiyên dewleta Misirê (kirûya dewletê) yên ku tim mêran diparêze ve girêdayî ye.

Nivîskareke wêrek

Newal El-Sadawî di dîroka nûjen de, yek ji girîngtirîn nivîskarên jin ên Misir û Afrîkayê ye. Piraniya temenê xwe bi parastina mafên mirovan û jinan borand. Newal nivîskareke wisa bû ku bi nivîsên xwe yên wêrek, bi her awayî li ber xwe dida û li dijî tevahiya cureyên cudakariyê têdikoşiya. Bi her pirtûkeke xwe, bi her hevokeke xwe û bi her qerektereke xwe mafên jinan parast. Newal ji Misirê heta hemû welatên Rojhilata Navîn, bû dengê jinên ku mafên wan hatibûn binpêkirin.

Nivîskara misirî Newal El-Sadawî ev demek bû nexweş bû, li nexweşxaneyeke li paytexta Misirê Qahîreyê dihat dermankirin. Lê piştî demeke dirêj, ji nexweşiyê Sadawî di 21’ê mehê de çû ber dilovaniya xwe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê