Monday, September 27, 2021

Li Rojhilata Navîn planên nû

Felemez Ulug
Xweşkanî

Li Rojhilata Navîn pêşveçûnên pir girîng tên jiyîn. Ev hevdîtinên dîplomatîk îşaret bi pêşveçûnên nû dikin. Wisa diyar e ku wê ev hevdîtin bidomin jî.
Di 28’ê tebaxê de Bexdayê ji civînek girîng re mazûvanî kir. Di civîna lûtkeya Bexdayê de nûnerên 7 welatan li hev civiyan. Mijara sereke jî ew bû: ‘Ka Iraq çawa dikare aram bibe yan jî li aramiyê vegere’. Lê dema me dît ku dewleta tirk jî tev li vê civînê bûye, xuya ye ji bilî aramiyê wê her tişt bibe.

Kongreya Lûtkeya Welatên Cîran, bi beşdariya nûnerên Siûdî, Kuwêt, Tirkiye, Urdun, Amerîka û Fransayê pêk hat. Vê civînê piştî pêşveçûnên nû yên li Afganîstanê ve girêdayî planên hêzên mêtînger ên li ser Rojhilata Navîn anî rojevê.
Piştî hevdîtinê Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron serdana herêma Kurdistanê û Mûsilê jî kir. Di van serdanan de Macron peyamên girîng da. Her çendî naveroka peyamên wî aborî û binesaziya herêmê bû jî serdana wî ya van herêman peyama herî girîng bû.
Piştî vê civînê têkiliyên Tirkiye û Misirê yên ku ev 8 sal in hatibûn rawesatandin ji nû ve germ bûn. Di bin navê aramkirina rewşa heyî de bi navbeynkariya hin welatên cuda cara yekem her du welat di meha gulanê de li Kahîreyê li hev civiyan. Tûra duyem jî di 7 û 8’ê îlonê de li Enqereyê pêk hat.

Ev hevdîtin ji bo hesabên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî girîng bû. Lewma bi sistbûna hevdîtinan ve Misir têkildarî rewşa kurdan peyamên germ dan Sûriye û Iraqê, lê di vê demê de bêdengiya wê nayê wê wateya ku ji van hevdîtinên heyî razî ye.
Bi van pêşveçûnan ve girêdayî agahiya ku dê şefê MÎT’a tirk Hakan Fîdan bi hempîşeyê xwe yê dewleta Sûriyeyê Alî Memluk re li Bexdayê li hev bicivin ket rojevê. Her çendî ev agahî nehatibe piştrastkirin jî ji aliyê her du hêlan ve nehat derewandin jî. Ev jî tê wateya ku di navbera her du aliyan de hevdîtin çêdibin.

Lê ji ber heya niha dewleta tirk polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê li ser çeteyan ava kiribû û bi rêya çeteyan hebûna xwe li ser herêmê ferz dikir, bi van pêşveçûnan wê êdî nikaribe mîna berê li herêmê piştevaniya komên çeteyan bike. Ev jî hesabê dewleta tirk xera dike.
Bêguman ji gelek aliyên cuda ve nirxandinên ku di bingeha van hevdîtinan de dijminantiya dewleta tirk a li dijî gelê kurd heye tên kirin. Lê aliyekî din yê vê trafîka hevdîtinên siyasî jî Rêvebiriya Xweser e. Hat ragihandin ku wê şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojên pêş de wê bi rayedarên Amerîka û Rûsyayê re rêzehevdîtinan pêk bîne.

Her çendî der barê naveroka van hevdîtinan de agahiyeke piştrastkirî nebe jî tê texmîn kirin ku wê di van hevdîtinan de rewşa siyasî ya herêmê û polîtîkaya dewleta tirk ya dijkurd û êrîşên wê bên guftûgokirin.
Tê payîn ku şandeya Rêvebiriya Xweser bi Nûnerê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Brett McGurk, Alîkarê Wezîrê Karê derve yê Rûsyayê Sergey Fryshînîn û Cigirê Serok Dewletê Rûsya Aleksander Lavrentiyev re li hev bicivin.
Bi van pêşketinan ve girêdayî li Hewlerê jî hevdîtineke balkêş pêk hat ku divê mirov binirxîne. Ji CHP’ê şandeyek di bin serokatiya Cigirê Serokê giştî yê CHP’ê Oguz Kaan Salici de çû Hewlerê û bi Serokê giştî yê PDK’ê Mesûd Berzanî û partiyên siyasî yên herêmê re hevdîtinek pêk anî. Ev cara ewil e ku ji aliyê CHP’ê şandeyeke wisa payebilind serdana Herêma Federe ya Kurdistanê dike û hevdîtinan pêk tîne.
Têkildarî vê hevdîtinê ku bala gelek aliyên cuda kişandiye, tê gotin ku amadekariyeke ji bo hilbijartinê ye.
Lê kesên ku vê hevdîtinê wek polîtîkayeke dewleta tirk dibînin jî hene. Tê gotin ku bi vê hevdîtinê re dewleta tirk dixwaze di siyaseta xwe ya li dijî kurdan de bi dewrê derketina AKP’ê ve CHP’ê têxe dewrê.
Bêguman bi vê ve jî girêdayî dewleta tirk peyamekê dide aliyên sermeyadar jî. Lewma ji aliyê din ve ev hevdîtin wek temînata têkiliyên dewleta tirk û başûrê Kurdistanê ên di warê aboriyê de û peymanên hatine kirin de jî tê dîtin. Lê gelek kesên ji bo selametî û pêşeroja kurdan bawerî bi hevdîtinên vî rengî nakin jî hene. Lewma ne gengaz e ku mirov ji van hevdîtinên ku bi aqilê dewleta faşîst ve tên lidarxistin hêviyek mezin bike. Ji ber ku di bingeha zihniyeta dewleta dagirker de înkara kurdan heye, nabe ku di van hevdîtinên bin siya wê de çêdibin encamekî erênî derkeve holê. Ji van hevdîtinan encamekî baş hêvîkirin bi temamî xwe xapandin e.

Bi van pêşketinan ve girêdayî Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewrûpa Josep Borrell jî serdana Iraqê kir. Josep Borrell wê li Bexdayê bi Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Husên û li Hewlêrê bi Mesûd Barzanî re li hev civiya.
Wisa diyar e ku di vê trafîka diplomatîk de mîsyonek dane PDK’ê jî. Ji lewra PDK di siyaseta xwe ya dijkurd de wisa agresîf û hişk e. Êdî ji bo dema pêş bi çi gotin û xeyalan ew xapandine ne diyar e. Lê tişta diyar e ew e ku ji bo di pêşxistina vî planî de Tevgera Azadiya Kurdistanê nebe xwedî gotin pêşî li êrîşên dewleta tirk vekirine. Bi van êrîşan re dixwazin bandora PKK’ê ya li ser herêmê kêm bikin û wê têxin rewşekê parastinê ku ji rojeva heyî dûr bixin.