19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şam û Hemayê teqînên dijwar

Piştî teqîna ku li Şamê li dijî otobuseke leşkerên Sûriyeyê pêk hat û di encamê de 14 kes mirin nûçeyên teqîneke din a li Hemayê jî hate servîskirin.

Teqîna li Şamê li nêzî pira Reîs pêk hat. Hate gotin ku bombe di nava wesayitê de hatibûn bicih kirin. Li gorî ajansa SANA’yê di encama 2 teqînên cuda de 14 kes hatine kuştin û 4 kes jî bi giranî birîndar bûne. Piştî wê bi çend seatan li Hemayê jî di bargeheke milîsên (Ceyş El Wetenî) ên alîgitrên rejîmê de teqînek pêk hatiye û di encamê de 6 milîs hatine kuştin.

Heta vê saetê nayê tu aliyekî berpirsiyariya teqînan negirtiye ser xwe û nayê zanîn ew teqîn ji alî kê ve hatine kirin.