Tuesday, October 26, 2021

Li Şehbayê bi her awayî berxwedan li pêş e

Fewaz Reşo

Di dîroka mirovahiyê de tu dîrok wekî ya dewleta tirk bi komkujî û sûcên dermirovî tijî nîne. Bi hemû rê û rêbazên hovane bi ser gelan de tê, bi taybet gelê kurd ê li Rojhilata Navîn. Gelê kurd di vî sedsalî de bi xwespartina li fikrê rêber Ocalan ji deryayê ber bi bejahiyê ve diçe. Anku xwe ji mirinê, tunebûnê û tesfiyekirinê rizgar dike.
Li hember vê yekê dijminê gelê kurd, bi taybet dijminê bi salan dewleta tirk a faşîst her cure teknîk û êrîşên topyekun li dijî wî bi kar tîne. Ajan û sîxuran çêdike, şerê taybet dimeşîne, komkujiyan pêk tîne, tecawizê jinan dike û direvîne. Lê ev hemû ji bo dewleteke xwe li ser van hîman mezin kiriye û damezrandiye ne nû ye. Lê ya girîng tevahiya dewletên cîhanê li hemberî van sûcan bê deng in.

Dewleta tirk di 20’ê Çileya 2018’an de tevî hemû komên çete yên tundraw û radîkal êrîşî kantona Efrînê ya rojavayê Kurdistanê kir û di 18’ê Adara heman salê de dagir kir. Li hemberî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê şêniyên Efrînê, di 58 rojan de, berxwedaneke bêhempa li hemberî duyemîn hêza NATO’yê raber kir.
Di encama êrîşên hovane û topyekun de şêniyên Efrînê neçar man ku koçber bibin û berê xwe bidin herêmên nêzî Efrînê da ku berxwedana xwe li wir berdewam bikin û vegerin.
Şênî li kantona Şehbayê di bin kavil, xaniyên nîvwêrankirî û kampan de bi cih bûne û li wir karên xwe di sazî, rêxistin, perwerdeyê û hwd. de dimeşînin ku vegerin Efrînê.
Tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê li Şehbayê aktîf bûne, hemû saziyên perwerde, çand, şaredarî, komîn û parastinê aktîf in.

Birêvebirina qada perwerdeyê

Têkildarî qada perwerdeyê, li kantona Şehbayê xwendekarên Efrînê bi zimanê dayikê dixwînin; ji refa 1’ê heya 12’an. Li gel wê jî peymangeha Şehîd Viyan Amara heye. Her wiha hejmara mamosteyên ku xwendekarên perwerde dikin 815 e, hejmara xwendekaran jî 15 hezar û 724 e û hejmara dibistanan jî 70 ye. Tevî rewşên zehmet ên germa havînê û sermaya zivistanê û di nava dibistanên nîvwêrankirî de şagirt û xwendekarên Efrînê bi israr in zimanê kurdî bixwînin da ku ji dijmin re bibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin û em ê Efrînê û Kurdistanê ji hovîtiya we rizgar bikin.
Xwendekar di rewşên nearam de perwerdeya xwe dibînin, mînak rojane êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê hene û li kêlek wê jî hikûmeta Şamê herêmê kiriye nav ambargoyeke dijwar; nahêle ne derman, ne jî mazot ne jî pêdiviyên xwendekaran derbasî herêmê bibe. Lê dîsa jî hem malbat, hem mamoste hem jî xwendekar bi israr in zimanê dayikê bi pêş bixin.

Çandinî bûye rêya rizgariyê

Girêdayî qada çandiniyê jî bi koçberiya şêniyên Efrînê re piraniya şêniyên Şehbayê jî vegeriyan warên xwe, lê beşeke biçûk beriya şêniyên Efrînê koçberî Şehbayê bûbûn, hebû. Şêniyên Şehbayê li gel debar, ambargo û rewşa kirêt a aborî dest bi çandiniya zeviyên xwe kirin, tê de; kartol, pîvaz, fasûlî, firîngî, xiyar, zebeş û hwd. çandin. Bê guman pêdiviya çandiniyê bi karker û pisporan heye. Bi wê re bi awayekî komînal, hem jî ji bo debar û qûta jiyanî şêniyên her du kantonan, Efrîn û Şehbayê, li nav zeviyan xebitîn. Piraniya zeviyên li Şehbayê yên bejî ne, li gel sebzeyan beşeke mezin ceh tê çandin, li kêlek wê jî beşeke biçûk jî genim tê çandin. Ji ber ku pêdiviya genim bi avê heye û pêdiviya derxistina avê ji bîran bi jeneratorên li ser mazotê dixebitin heye. Ji ber ku kanî û çem tune ne, genim zêde nayên çandin. Her wiha ji ber ku sotemeniyê bernade kantonê ambargoyeke tund jî ji hêla hikûmeta Şamê ve li ser herêmê ye.

Şaredarî damarê jiyanê ye

Têkildarî qada xizmetguzarî û şaredariyê jî; di dema serweriya hikûmeta Şamê de giştî bejahî û gundewarên li Sûriyeyê hatibû paşguhkirin, kantona Şehbayê yek ji wan gundewarên bejahiyên Helebê ye ku hatibû paşguhkirin. Rêyên sereke û şaxî hema bêje xerab bûne. Ev rê zêdetir jî di dema serweriya komên çete û çeteyên DAIŞ’ê de hatin xerabkirin. Çeteyan bi mebest rê dikolan, bi top û hawanan armanc dikirin da ku erebe nikaribin bixebitin. Lê bi aktîfkirina şaredariyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Efrînê li Şehbayê piranî rêyên sereke û yên şaxî hatin sererastkirin. Li gelê wê jî şaredarî bi xizmeteke sereke ya dayîna avê ji şêniyan re radibe. Ji ber ku bîrên sereke û kanalîzasyonên avê yên binerdê li herêmê tune ne, şaredariyê bîrên berê hatine kolandin aktîf kir, traktor û stêr kirin dewreyê da ku avê li şêniyan bi buhayeke guncaw belav bikin. Ji dema koçberiya şêniyan Efrînê li Şehbayê ev yek ketiye pratîkê, lewra av ji hêmanên sereke yên jiyanê ye. Lê tevî aktîfkirina traktoran ji bo belavkirina avê li şêniyan şaredariyê xezîneyên avê li nava hemû gundên Şehbayê belav kir, bo nimûne li gundekî biçûk zêdetirî 10 xezîneyan hatine belavkirin. Lê dagirtina ava wan xezîneyan ji hêla UNICEF’ê ve bi rêya stêrên mezin pêk tê. UNICEF’ê nêzî 2 hezar û 400 metrekab av li Şehbayê belav dikir, lê nêzî salekê av kêmî nîvî kiriye anku tenê hezar metrekab avê dide. Ev yek jî bi siyasetên navneteweyî yên qirêj ve girêdayî ye, anku li gel ambargoya hikûmeta Şamê û topbarana dewleta tirk a dijwar UNICEF jî bi rêya kêmkirina avê ambargoyekê li ser koçberan dimeşîne.

Li kêlek karên saziyên Rêveberiya Xweser tevî xebat û alîkariyên Heyva Sor a Kurd ji şêniyan re hin rêxistinên cîhanê jî hene. Lê rêxistinên cîhanê bi karên xwe yên mirovî ranabin, zêdetir karên îstîxbaratî di nava gel de dikin. Heta niha ji bilî Rêveberiya Xweser tu rêxistinan alîkariyeke guncaw ji şêniyan re pêşkêş nekiriye. Heyva Sor a Kurd mehane selikên(paket) xwarinê li tevahiya şêniyên Efrînê û Şehbayê belav dike.
Qada birêvebirina şêniyan li nav gundan û kampan komîn e. Komîn bi hemû pêdiviyên şêniyan radibe. Çiqas komîneke aktîf be, ewqasî şêniyên wê komînê birêxistinkirî ne. Di komînan de komîteyên cur bi cur û li gorî pêdiviyên şêniyan hene. Komîteyên tendirustî, xizmetguzarî, parastinê, lihevanîn û hwd. hene.

Armanc xalîkiria herêmê ye

Li hember van hemû rêxistinan koçberên Efrînê, hikûmeta Şamê, Rûsya, dewleta tirk û çeteyên wê siyaseteke qirêj û şerekî taybet ê hovane dimeşînin, da ku civakê ji cewherê wê dûr bixin ku bi vegera Efrînê nefikirin û belav bibin. Lê koçberên Efrînê dibêjin rêxistinkirina me li Şehbayê li nêzî kantona Efrînê bi armanca vegera li Efrînê ye. Lê dijmin li hember vê yekê bê çare dimîne, ji lew re hemû siyasetên qirêj û êrîşan pêk tînin, da ku careke din şêniyên Efrînê koçber bikin û belavtir bikin, lê dê berxwedana koçberên Efrînê hemû herêmên dagirkirî vegerîne, bi taybet jî Efrînê.