În, Nîsan 16, 2021

Li Şengalê hewildanên fermana siyasî

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di 3’yê tebaxa sala 2014’an de pêşmergeyên PDK´ê bêyî ku guleyekê biteqînin ji Şengalê derketin, ango reviyan. Wan xelkê Şengalê di nav lepên çeteyên DAIŞ’ê de hiştin. Di encama vê êrişa hovane de bi hezaran kes hatin kuştin, bi sedan kes hatin revandin û hejmarek mezin a gel ji cih û warê xwe bûn.

Lewma ji wê rojê vir ve civaka êzidî dibêje, “PDK´ê Şengal radestî DAIŞ’ê kir.”

Tevî van hemû êş û azarên hatin jiyîn jî gelê êzidî di xwe de hêza jinûveavakirina Şengalê dît. Bi taybetî di pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de, hêzên xwe parastinê yên mîna Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hatin avakirin. Di rizgarkirina Şengalê de ev hêzên xweparastina civaka êzidî xwedî roleke sereke û diyarker bûn.

Bi rizgarkirina Şengal û gundewarên wê ve, civaka êzidî ji bo careke din bi fermanan re rûbirû nemîne girîngî da hêzên xweparastinê. Di vê çarçoveyê de ji derveyî YBŞ û YJŞ’ê hêzên Asayîşa Êzidxanê jî hatin avakirin ku erka vê hêzê di nav bajar û bajarokên Şengalê de parastina gel bû.

Ev ji bo civaka êzidî şoreşek bû. Cara yekem bi îradeya xwe ya azad xwe birêxistin dikin û ji bo li herêmê hebûna xwe bidomînin, xwedî li çand û dîroka xwe derkevin, gaveke wisa pîroz avêtibûn.

Bêguman bi rizgarbûna Şengalê re li gel avakirina yekîneyên leşkerî, êzidiyên Şengalê di warê civakî de jî xwe bi rêxistin kirin. Ev ji bo xelkê herêmê şoreşek bû. Lewma ji heft salî heya heftê saliyan her yek li dora vê şoreşa pîroz li hev civiya û lê xwedî derket.

Bi parastin û xwebirêvebirina xwe ve, tevî hemû tehdîdên li ser herêmê bi pêş diketin jî civaka êzidî ji bo xwe îradeya jiyana azad û aram dabû avakirin.

Lê ev nedihat wateya lîstik û planên li ser Şengalê tên lîstin bi dawî bûne. Bi taybetî bi pêşengiya dewleta tirk a dagirker re her tim Şengal bû hedafa êrişan. Di encama êrişên hewayî yên artêşa tirk de gelek şervanên YBŞ û YJŞ û welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Ji derveyî êrişkariya leşkerî, di qada siyasî de jî li ser Şengalê her çû zextên siyasî zêdebûn. Di 9’ê cotmeha 2020’î de bi destwerdana dewleta tirk ve di navbera rêvebiriya PDK’ê û hukûmeta Kazimî de li ser Şengalê peymanek hat îmzekirin.
Hemû pêkhatiyên li dijî vê peymana bêyom ya ku bi her awayî îradeya gelê herêmê binpê dike, nerazîbûn nîşan dan. Ji bo dengê xwe bigihînin aliyên peywendîdar, xelkê herêmê di pêşengiya meclis û saziyên Şengalê de ji 2’yê kanûna 2020’î vir ve li pêşiya avahiya Asayişa Êzdîxanê kon vedane û dest bi çalakiyê kirine.

Piştî îmzekirina peymana înkarê, artêşa Iraqê hêzek mezin ber bi Şengalê ve şand. Ji bo beltakirina peymanê û sekinandina sewqiyata hêza leşkerî ya ber bi herêmê ve şandeyek ji rêvebiriya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û rêvebiriyên saziyên herêmê hin hevdîtin pêk anîn.

Şandeya Şengalê di vê demê de bi gelek aliyên cuda re hevdîtin pêk anîn û daxwazên xwe bi wan re parve kirin. Di nav van kesan de serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî jî hebû. Hemû aliyên bi wan re hevdîtin hatin kirin her çiqas erênî nêzî hevdîtinan bibin jî di qada pratîk de tu guhertin çênebû.

Di vê pêvajoyê de dewleta tirk û PDK ji bo bicihanîna peymanê zextên xwe li ser rêvebiriya Bexdayê kêm nekirin.

Hêzê artêşa Iraqê yên li herêma Şengalê bi cih bûne, di vê demê de, li ser rêvebiriya heremê her tim wek tehdîdekê hebûna xwe parastin. Herî dawî ev hêz di 10’ê adarê de xwest têkeve Şengalê.

Gêlê herêmê li dijî vê hewildana artêşa Iraqê rabû ser piyan û pêşî li wan girt. Lê tehdîda li ser Şengalê bi hemû girîngiya xwe didome.

Ji bo nîqaşkirina mijarê di 15’ê adarê de şandeyek payebilindên Iraqê ku ji serokê artêş, musteşarê ewlekariya neteweyî, nûnerê karûbarên ewlekariya neteweyî pêk tê, çû Şengalê. Cara yekem bû di vê astê de şandeyek ji rêvebiriya Bexdayê li Şengalê bi Rêveberiya Xweser re li hev diciviya.

Her çiqas piştî civînê nerînên daxuyaniyên erênî hatibin dayîn jî, metirsiya li ser Şengalê dewam dikir. Roja 25’ê adarê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li ser hewildanên artêşa Iraqê ku dixwaze li hin deverên çiyayê Şengalê bi cih bibe, awarte li hev civiya. Piştî civînê meclisê daxuyaniyek da û diyar kir ku rêvebiriya Kazimî israr dike ku têkeve Şengalê, lê ji bilî diyalogê kî bi ser wan ve bê ew ê bi her awayî li ber xwe bidin.

Bêguman rewş li herêmê pir cidî ye. Kesên di 3’ê Tebaxa 2014’an de gelê êzidî bi fermanê re rûbirû hiştin, niha dixwazin bi fermanên siyasî ve îradeya wan tune bikin. Ev êriş, êrişên bêîradekirina civaka êzidî ne. Tu cudahiya vê fermana siyasî û fermana etnîkî ji hev nîne. Li dijî van fermanan, xweparastin û xwedî li hebûna xwe derketin mafê herî rewa yê civaka êzidî ye. Divê hemû aliyên demokratîk û azadîxwaz di vê mijarê de guh bidin daxwazên gelê êzidî û dengê wan bigihînin her deverê.