20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şengalê kî çi dixwaze?

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di dema derbasbûyî de, serkêşên dewleta tirk îtiraf kirin ku ew zorê li hukûmeta Bexda û PDK’ê dikin ku şertên Peymana 9’ê Cotmehê ya di derheqê Şengalê de pêk bînin.

Di peymanê de tê gotin ku divê Asayîşa Êzidxan çekên xwe deyne û dawî li xebatên xwe yên parastina gelê herêmê bîne. Her wiha li gor peymanê divê saziyên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî xebatên xwe yên rêxistinkirina gel bi dawî bike û divê saziyên di bin rêvebiriya meclisê de ne, dewrî hukûmeta Bexdayê bên kirin.

Bêguman ev zext û zordariya dewlata tirk, rasterast destwerdana li karê navxweyî yê Iraqê ye. Di qada navneteweyî de ev sûc e.

Dewleta tirk bi çeteyên bermahiyên DAIŞ’ê re beşek ji axa Sûriyeyê dagir kir. Mirovan direvîne, fîdye dixwaze, deverên dîrokî hildiweşîne, xwezayê talan dike û ev ne bes e li ser gel qetlîaman pêk tîne. Tevî ku ev hemû ji aliyê PDK’ê û hikûmeta Bexdayê ve tê zanîn jî ew ji hevkariya xwe ya bi dewleta tirk paş ve gav navêjin.

Bi vê hevkariyê re armanca dewleta tirk her çiqas dagirkirina Şengalê be jî di bingeha xwe de xeyalên sînorên Mîsakî Miliyê heye. Bêguman wek gava yekem ew dixwazin deverên stratejîk yên başûrê Kuridistanê dagir bikin û hebûna xwe ya li herêmê daîmî bikin.

Dewleta tirk ji bo bigihîje vê xeyala xwe argumanên mîna “PKK li Şengalê bi cih bûye” pir bi kar anî û tîne. Li ser vê îdiaya Tirkiyeyê, endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Ebulxaliq Ezawî daxuyaniyek dabû û gotibû: “Li ber destê me belgeyek nîne ku hebûna PKK’ê li Şengalê îspat bike.”

Hêzên herêmî jî baş dizanin ku HPG li ser banga KCK’ê hêzên xwe yên leşkerî di nîsana 2018’an de bi awayekî fermî ji Şengalê kişandin. Lê gefên dewleta tirk ên li ser herêmê bi vê paşvekişînê jî bi dawî nebûn. Ji wê rojê haya roja me artêşa tirk li herêmê gelek êrîşên hawayî pêk anîn. Di van êrîşan de bi giranî kesên sivîl û şervanên YBŞ û YJŞ’ê bûn hedefa balafirên dewleta tirk.

Dewleta tirk li derveyî axa xwe sûcê mirovahiyê pêk dianî, lê kesî dengê xwe jê re nedikir. Bi taybetî PDK û hêzên iraqî ji bo ji nû ve li herêma Şengalê bibin serwer bi kêfxweşî ev êrîşên qirkirinê dişopandin. Lê dema dîtin ku gelê êzidî tevî hemû êrîşan jî li ber xwe dide û bi gelê herêmê re tifaqa xwe xurt dike, xwe birêxistin dike, vê carê serî li lîstikên qirêj dan.

Peymana 9’ê Cotmehê bi vî awayî hat rojevê. Li gor peymanê PDK wê ji nû ve têkeve Şengalê û mîna berê li herêmê serweriya xwe bidomîne. Ji bo ku dewleta tirk bigihîje xewn û xeyalên xwe yên sînorê Mîsakî Milî dagirkirina Şengalê ji bo wê awantajek mezin e. Ji bo ev plan pêk were û di qada navneteweyî de li dijî bertek û nerazîbûnan neyê jî pêdivî bi hikûmeta Iraqê hat dîtin. Bêguman hikûmeta Bexdayê ya li ser dengên şikestî hatiye avakirin jî ji bo emrê xwe dirêj bike ji neçarî be jî tev li vê planê bûye.

Divê em vê dizanibin ku êdî gelê Şengalê bixwe dikare biryara xwe bide. Piştî êrîşên DAIŞ’ê yên di 3’yê tebaxa 2014’an de û şûn ve gelê Şengalê rêxistinkirina xwe xurt kir. Ev civaka qedîm a bi dehan salan ji hemû pêdiviyên civakî bêpar hatiye hiştin, êdî bi ked û îradeya xwe ve ji bo pêşerojek azad têdikoşe. Êdî di wê zanebûn û girîngiya rêxistinbûna civakê de ye.
Ez bawer im ku berxwedana îroyîn ya gelê Şengalê endama Rêvebiriya Weqfa Jinên Şengalê Ferîde Şengalî pênase kiriye. Şengalî dibêje: “Iraqê got, em ê we biparêzin, lê wan em bi komkujiyan re rû bi rû hiştin. PDK’ê got em ê we biparêzin, lê dema DAIŞ hat reviya û em bi hovîtiyê re rû bi rû hiştin. Lê PKK hat, em fêrî xweparastinê û xwerêxistinê kirin.”

Tişta ku dewletên metinger herî zêde jê ditirsin jî ew e: Xweparastin û xwerêxistinkirin. Têgeha bingehîn a êrîşên li ser Şengalê ev e. Li gor hêzên metinger û hevkar mafê civaka êzidî nîne ku xwe birêxistin bike û biparêze. Tirsa wan ev e. Ji bo îradeya ku li ser vî esasî bi pêş dikeve û mezin dibe têk bibin dest dane hev.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê