20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser bextê Zilfoyê simîtfiroş be

Zilfo li taxa Ofîsa Amedê simît difirotin û taxa ofîsê di bin serweriya wî de bû, nedihişt ku kesek din li wir simîtan bifiroşe. Carekê simîtfiroşek hat taxê û dest bi firotina simîtan kir. Piştî wê êdî simîtçiyê ciwan li ser hev çend rojan hate taxê û simît firotin. Ew yek jî ne bi kêfa Zilfo bû. Diviyabû ku Zilfo destê xwe bavêje vê mijarê û wê çareser bike. Navbera Zilfo û dikandarên taxê jî gelekî baş bû, her kesî ji Zilfo hez dikir. Dema Zilfo dît ku dîsa ew simîtfiroş hat êdî Zilfo dest pê kir dikandarên taxê li dijî wî simîtfiroşî birêxistin kir. Zilfo hate ba parfumfiroş û jê re got: “Tu dizanî ev simîtfiroşê hanê xayin û ajan e. Mêrik got, “De na lo Zilfo ev fiqîrê xwedê û ajantî.”

Zilfo got: “Ma heke ne ajan ba ji Elezîzê heta vir ji bo firotina simîtan dihat. Ma nikaribû simîtan li bajarê xwe bifiroşe. Ez bawer im ku vî simîtfiroşî navê we tevan daye dewletê ,hay ji xwe hebin.” Wiha jî li nav hemû dikandaran hate belavkirin ku haya wan ji simîtfiroşê nû hebe û dibe ku ajan be, lewre li hêviya tevgereke wî ya şaş mabûn.

Zilfo: Keko we dît wê rojê ev simîtçî li erebeyeke reş siwar bû. We nedît?

Dikandar: Na wele min nedît.

Zilfo: Bila haya her kesî ji wî hebe, li min gotin.

Roja din neh-deh dikandar li hev civiyan û li hêviya simîtfiroş rawestiyan da ku wî bigirin û ji taxa xwe derxînin. Simîtfiroş hat, dikandar lê civiyan û ew girtin. Zilfo ji paş ve li wan mêze dike, dikandar jî tev li simîtfiroş civiyane. Pepûkê simîtfiroş şaş mabû nizane ku çi mesele ye.

Simitfiroş: Keko welehî min    tiştek nekiriye.

Dikandar: Çawa te tiştek nekiriye ûlan, tu ji Elezîzê heta vir ji bo simîtan bifiroşî hatiyî?

Simitfiroş: Abê welehî ez ji Amedê me, ji taxa Baglarê me ne ji Elezîzê me.

Dikandar: Çawa tu ne ji Elezîzê yî?

Simitfiroş: Keko welehî min  Elezîz bi çavên serê xwe nedîtiye, tu caran neçûme wir jî.

Dikandar: Zilfo got ew ji Elezîzê ye. Ji wir hatiye simîtan li vir difiroşe. Her roj li erebeya polîsan siwar dibe.

Dikandaran mesele fêm kir li hev mêze kirin û pirqînî bi wan ket, keniyan. Dikandarê perfumfiroş ji ber nû hatibû taxê baş Zilfo nas nedikir. Dikandaran fêm kir ku ew mesele ji bin serê Zilfo derketiye, her yek simîtek ji lawik kirîn û berê xwe dan dikanên xwe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê