20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser binpêkirinên mafên girtiyan rapor hatin amadekirin

Komîsyona Şopandina Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn têkildarî tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  û greva birçîbûnê de li bajarên cuda daxuyanî hatin dayîn. Daxuyanî piştî serdanên girtîgehan hatiye amade kirin. Daxuyanî li bajarên Wan, Enqere, Mêrsîn û Stenbolê pêk hatin.

Li Mêrsînê daxuyaniyê parêzer Bedrî Kûran xwend û wiha got: “Ligel hemû hişyariyên rêxistinên mafên mirovan jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û pirsgirêkên girtiyên nexweş dewam dikin. Tecrîd, îşkence, qedexeyên keyfî, muameleyên xirab, cezayên dîsîplînê, karantînaya yek hucreyî û pirsgirêkên sewqkirina nexweşxaneyê yên bi hinceta pandemiyê zêdetir bûne, gef li jiyana girtiyan dixwin.”

‘Tecrîd rêbaza îşkenceyê ye’

Kasim Kalkan li Wanê daxuyaniya ku piştî serdanên girtîgehan amade kirine xwend û ev tişt anî ziman: “Tecrîd li ser girtiyan zextên fizikî û derûnî çêdike. Ev rêbazên îşkenceyê ne. Tecrîd ne kiryareke hiqûqiye. Li girtîgehan şert û mercên girtî tê de ne bi pandemiyê re giran bûn. Em bang li Wezareta Dadê û tevahiya raya giştî ya neteweyî û navnetewî dikin ku bila demildest rejîma tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin.”

Divê van sepanan bên dawîkirin

Li Enqereyê parêzer Omer Farûk Yazmaci li ser navê komîsyonê axivî û diyar kir ku greva birçîbûnê li 107 girtîgehan berdewam dike û ev tişt got: “Tecrîd û qedexeya hevdîtinê ya Abdullah Ocalan ji 7’ê tebaxa 2019’an ve carek din ket meriyete. Divê Wezareta Dadê li tavilê dawî li van sepanên xwe bîne. Pêwîste malbat û parêzer li tavilê biçin hevdîtinê. Sepanên dijmirovî tên kirin.”

Pêdiviyên girtiyan nayên dayîn

Şandeya Şopandina Çalakiya Greva Birçîbûnê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê û tecrîdê de li herêma Marmarayê de raporeke amade kir. Li ser navê komîsyonê Meral Hanbayat daxuyaniyê xwend û wiha axivî: “ Ji sedî 90’î girtiyan ku ketina çalakiya greva birçîbûnê, di çalakiya greva birçîbûnê ya berê de jî cih girtine. Hat ragihandin ku nêzîkatiya gardiyan û rêveberiya girtîgehan ligel çalakiya greva birçîbûnê hişk e û li ser girtiyan lêpirsÎnên cuda cuda hatine destpêkirin. Tê diyarkirin ku vîtamîn û pêdiviyên wan nayên dayîn.”