19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser Change.orgê Kampanyaya Androîda Kurdî

Li ser change.orgê Kampanyaya Androîda Kurdî hatiye destpêkirin. Bi tomarkirina şanenavan a bi kampanyayê daxwaz tê kirin ku pergela xebitandina Andiroîdê ya bi kurdî bê sazkirin 

Çend kurdîhez û teknolojîhezan ji bo danasîn, temsîlkirin û berbelavkirina zimanê kurdî li ser platformên dijîtal, koma Kurdish For Techê ava kirine. Ev kom her wiha şaxeke koma Teknistê ye ku di qada teknolojiyê de ji bo pêşvebirina kurdiyê dixebite û wergeran dike. Heta niha komê bi hevkariya wergêran gelek sepan wergerandine kurdiyê.

Kampanyaya ji bo Androîda kurdî

Bi daxwaza balkişandinê Kurdish For Techê li ser platforma şanenavan a change.orgê kampanyayek bi navê“Kurdish (Northern) should be added as a system language to Android – Kurdî (ya Bakûrî) divê wek zimanê pergalê li Androîdê were zêdekirin” daye destpêkirin. Ji bo xizmetên xwe hîn pêşdetir bibin ev yek ji gavên sereke û girîng e. Berdengên vê kampanyayê Google (Alphabet) û hilberînerên amûrên Androîdî ne. Pêdivî bi girseyî nîşandana daxwaza ji bo Androîda bi kurdî heye da ku şîrket dest bi xebatan bikin û kurdiyê tev li pergalên xwe bikin. Di kampanyayê de heta niha zêdetirî sê hezar şanenav hatine berhevkirin.

Di kampanyayeke wek vê de ji bo kurdî li xizmeta wergerê ya Googleyê bê zêdekirin li ser change.orgê ji 25 hezaran zêdetir şanenav hatibûn komkirin. Piştre Googleê kurdiyê jî tev li Google Wergerê kiribû.

Kurmancî tenê yek ji milên kurdiyê ye lê ji gelek zimanên di Androidê de cih girtine zêdetir kes pê dipeyivin. Gelheya axiverên kurdiyê zêdetir e ji ya zimanên wek; yewnanî, qezaxî, estonî, makedonî, gurcî û hungarî yên ku di Androîdê de ji berê ve hene, ev kêmasiyeke mezin e.

Gelek xebatên sepan û bernameyên kurdî dikin

Hin projeyên Teknist û Kurdish For Techê ji bo kurdîkirina wan xebitîne û dixebitin ev in: WordPress, Wîkîpediya, Wîkîferheng, Google Werger zimanê bernamesaziyê bo zarokan Scratch, sepana peyaman a ewle Signal û platforma eSteemê pêk tên.

Ji vana WordPress dê derfeta sazkirina malperên bi temamî bi kurdî bide bikarhêneran. Her wiha wîkîvanên di komê de li ser projeyên Weqfa Wikimediayê; Wîkîpediya û Wîkîferhengê dixebitin. Bi kurdî gotarên ensîklopedîk dinivîsînin û bo tomarkirina zimanê kurdî û zaravayên wê hewl didin. Scratch jî ji bo zarok bi hêsanî hînî bernamesaziyê bibin wek lîstikeke pazilê dixebite û zimanekî bernamesaziyê yê dîtinî ye. Bi wergerandina wê dê zarokên kurd jî bikaribin xwe bigihînin vê derfetê. Sepana peyamşandinê Signal jî bi şîfrekirina serbiser dihêle ku bikarhênerên wê bi ewlehî bi hev re bidin û bistînin. eSteem jî platformeke nû ya blognivîsiyê ye.

Piraniya pêşvebirêna sepan û platforman zimanê jixweber yê amûrên jîr wek zimanê navrûya sepanên xwe bi kar tînin. Ji ber ku kurdî di nav zimanên jixweber de tune ye, sepan li kurdî werin wergerandin jî, nikarin pê werin bikaranîn. Loma divê şîrketên xwediyê van pergalên xebitandinê yên wek Android, iOS hwd. gavên pêwîst biavêjin û bi fermî kurdiyê tev li PX’ên xwe bikin.

Yên ku bixwazin li ser medyaya civakî piştgiriya kampanyayê bikin dikarin etîketên #AndroidaBiKurdî û #KurdishforAndroid bi kar bînin û tevî lînka kampanyayê parve bikin.

Ji bo tevlêbûna li kampanyayê rûpela change.orgê: https://www.change.org/p/google-inc-kurdish-northern-should-be-added-as-a-system-language-to-android