20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser malên Elewiyan ‘Kizilbaş’ nivîsandin

Li taxên Ova û Ûçakê yên girêdayî navçeya Seyhan a Edeneyê hin malên Elewiyan bi nivîsa ‘Kizilbaş’ hatin nîşankirin. Hat zanîn ku nivîs di 24’ê tebaxê de hatine nivîsandin û paşê hatine jêbirin.

Platforma Elewiyan a Edeneyê têkildarî nîşankirina malan û hedefgirtina Elewiyan daxuyaniyek nivîskî da û xwest ku berpirsiyar di demek zûtirîn de bên zelalkirin. Dewamiya daxuyaniyê wiha ye: “Rayedarên Miduriyeta Polîsan em agahdar kirin. Dozger der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kiriye. Lêkolînek berfireh dide meşandin. Em ê şopdarê bûyerê bin. Bûyerên wiha di demên derbasbûyî de jî gelek caran rû dan. Lê em ê weke civaka elewî bi zanebûn tevbigerin.”