19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser milkên êzidiyan rûniştine û nadin wan

Welatiyên êzidî yên ji gundê Kelhokê yê girêdayî navçeya Qûbînê ya Êlihê, di sala 1992’yan de gund û erdên xwe radestî malbata Karabûlût û Bîter ên endamên eşîra Reşkotan kirin û ji warê xwe koçî Ewropayê kirin. Êzidîyan di hizûra noter de bi îmzekirina belgeyan erd û gundên xwe bi ‘emanetî’ radestî van her du malbatan kirine. Êzidî piştî 20 salan ango di sala 2012’an de vegeriyan û xwestin erd û gundên xwe yên radestî her du malbatan kiribûn paş de bigirin.

Êrîşî êzidiyan kirin

Welatiyên êzidî ku xwediyê gund in her çiqas doza erd û gundên xwe kirin jî lê endamên malbata Karabûlût û Bîter mal û milkê wan nedan. Li ser vê yekê malbatên êzidî li 2’yemîn Dadgeha Asliye ya Hiqûqê ya Êlihê doz vekirin. Piştî salan di têkoşîna hiqûqî de êzidî bi ser ketin û bi biryara dadgehê hat xwestin ku endamên eşîrê erdên êzidiyan li wan bizivirînin.

Piştî biryara dadgehê malbatên êzidî ku xwestin erdên xwe cot bikin, bi tundî û gefên malbata Karabûlût û Bîter re rû bi rû man.

Herî dawî ferdên her du eşîran nehiştin êzidî erdên xwe bajon û li navenda Êlihê êrîşî wan kirin. Di encama êrîşî de ji malbatên êzidî Nedîm Erkîş û Cevdet Tûkû di êrîşê de birîndar bûn. Êzidî piştî êrîşa li hemberî xwe bi 3 traktoran çûn gundên xwe û bi tevlîbûna 300 leşkeran erdên xwe rakirin.

Ûca êrîş bir rojeva Meclisê

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê ya êzidî Feleknaz Ûca, bertek nîşanî êrîşa li ser welatiyên êzidî da û bi pêşnûmepirsekê rewşa wan bir rojeva Meclisê. Ûca di pêşnûmepirsa xwe de bi daxwaza bersivandina Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay têkildarî êrîşê pirs kirin. ÊLIH