Rojnameya Heftane

Li ser romana Pêşmerge

Salîha Ayata

Rehîmê Qazî di romana xwe de tenê behsa şerekî nake, behsa îqtîdarê, kevneşopiyan û feodaliteyê dike. Behsa jina tune dike, civaka heyî de rola jinê diyar dike, mêrê xurtir dike, jinê zeîftir dike

Rehîmê Qazî, di sala 1925’an de li rojhilatê Kurdistanê, li gundê Gwîkceliyê, li navçeya Mukriyanê hatiye dinyayê. Ew ji malbateke bi nav û deng e. Rehîmê Qazî yek ji wan 60 -70 kesan e ku di sala 1946’an de ji aliyê Komara Kurdistanê ve ji bo xwendin û perwerdekirina kadroyên rêveberiya komarê ji bo Bakûyê hatibûn şandin.

Piştî çûyîna wan bi pênc şeş mehan, Komara Kurdistanê têk diçe û gelek ji wan xwendekarên kurd vedigerin Kurdistanê. Lê Rehîmê Qazî û çend kesên din li wir dimînin. Paşê dest bi xwendina akademîk dike û di sala 1954’ an de teza xwe ya doktorayê li ser tevgera neteweyî ya kurdan pêşkeşî Zanîngeha Bakûyê dike. Rehîmê Qazî romana bi navê Pêşmerge, di sala 1958’ an de bi zaravayê soranî nivîsandiye. Pêşmerge cara yekemîn di sala 1959’an de li Erîwanê, di sala 1961’î de li Bexdayê bi kurdî û di sala 1963’yan de  li Bakûyê bi zimanê azerîkî tê weşandin. Herî dawî Ziya Avci vediguhêze kurmancî. Rehîmê Qazî di sala 1991’î de li bajarê Bakûyê wefat dike. Pêşmerge tê wateya kesê/a pêş diçe an jî rêber.

Şer û kesên derveyî şer

Rehîmê Qazî di vê romanê de bi şayesandinên baş û xurt behsa salên 1940’î yên Rojhilat dike. Behsa wan kesan dike ku di wan salên dijwar û zehmet de tev li berxwedanê dibin. Em dikarin wek romaneke dîrokî jî binirxînin. Di romanê de tişta herî zêde balê dikişîne ew e ku nivîskar qala pêvajoya şer dike lê berê xwe dide kesên derveyî şer. Vê pêşiyê li ser Memend û axayê gund  paşê jî li ser Pîrût, Mîrût û Şêrko vedibêje. Yanê di destpêka romanê de qala rewşa gund, jiyana gundiyan, desthilatdariya axayên girêdayî rejîmê tê kirin û piştre jî li hemberî van rewşan behsa beşdariya şoreşê tê kirin.

Qîrîna jinê û serhildan

Roman bi teswîrên xurt dest pê dike. Hem behsa xweşikbûna xwezayê û hem jî zehmetiya xwezayê dike û di nav vê xwezayê de kesekî bi navê Mamend  bi malbata xwe re di nav feqîriyê de dijî heye. Keda wî û malbata wî ji aliyê axayê zordest ve tê xwarin. Her ku diçe Mamend feqîrtir dibe û di dawiyê de jî mihtacê nan dibe. Ji hêleke din ve jî axayê girêdayî rejîmê jî jiyaneke di nav zewq û sefayê de dijî. Mamend ji bo zarokên xwe têr bike diçe ber derê axê da ku nan bixwaze lê axa dibeze wî, berî wî dide, wî diqewirîne. Ji bo zarokên xwe têr bike diçe daristanê da ku daran kom bike û bifiroşe lê di rê de baran pir dibare, serma zêde dibe Mamend ji bo ku xwe biparêze dikeve şikeftê. Di dawiya romanê de em dibinîn ku  Mamend di şikeftê de qerisiye û miriye. Nivîskar Mamend li wir dihêle û dizivire behsa kurê Mamendî, Pîrût dike. Behsa kesayet û çelengbûna Pîrût dike. Di heman demê de em dibînin ku nivîskar behsa kevneşopiyên wê civakê dike. Ji bo zewacê du rê hene; yek berdêlî ye û ya din jî revandina keçan e. Pîrût di romanê de wek kesekî bisihûd tê bilêvkirin ji ber ku xwişkeke wî heye û ne mecbûr e keçikekê birevîne, dikare xwişka xwe ji xwe re bike berdêlî. Xwişka Pîrût, Xezalê jî em di romanê de tenê du caran dibînin, ew jî ji bo berdêliyê behsa wê tê kirin. Jineke xwedî ked e, xwişk e lê ne Xezal e; xwişka Pîrût e, keça Mamend e. Heye lê di heman deme de tune ye. Xezal çi dixwaze çi difikire em qet nizanin. Xezal berdêlîbûnê qebûl dike lê bi rastî dil dide Şêrko (birayê hezkiriya Pîrût) em nizanin ji ber ku beriya wê, birayê wê Pîrût der barê wê de biryara berdêlîbûnê dide. Dema Pîrût û hezkiriya wî diaxivin ev diyalog derbas dibe:

“Çavreşa min ez ê sibê ji babê xwe re bidim gotin û bila bê xazgîniniyan û te bi xwişka min re berdêlî bikin.’’ Ev diyalog nîşanî me dide ku Pîrût evîndarê kî bibe dê xwişka xwe jî bide birayê hezkiriya xwe.

Piştre Pîrût evîndarê keçeke ji gundekî din dibe. Navê keçikê Mirût e ew jî ji Pîrût hez dike. Birayekî wê heye û dikare bi xwişka Pîrût re bizewice. Navê birayê Mirût jî Şêrko ye. Mirût û Şêrko bê dê û bê bav in. Li gorî wê demê Mirût wek keçeke îdeal tê pênasekirin. Nivîskar dema behsa Mirûtê dike behsa girêdana wê ya bi birayê wê re dike: “Pîrût behsa hestên xwe kir û li çavên Mirûtê nihêrî.”

Pênaseyên nivîskar

Mirût bêyî ku serê xwe bilind bike wiha bersiva Pîrût dide: “Filankes ez nikarim tiştekî bibêjim, mesûliyeta min di destê kekê min de ye. Kekê min çi bibêje ez bi gotina wî dikim.” Tên xazgîniyê, li hev dikin û dest bi amadekariya dewatê dikin. Axayê gundê Mirûtê jî dibe evîndarê Mirûtê, li gorî pênaseyên nivîskar axa yekî kirêt, zikmezin û diranriziyayî ye û çar caran jî zewiciye. Berê jî xwestiye bi Mirûtê re bizewice lê Mirûtê qebûl nekiriye. Axa lê dinihêre, Mirût dê bi yekî din re bizewice, planekî çêdike û li daristanekê dest diavêje Mirûtê. Mirût naxwaze wisa bi wê ‘şermê’ bijî û xwe dixeniqîne. Nivîskar di vir de pir behsa hestên Mirûtê nake, zêdetir Mirût ji bo birayê xwe xemgîn dibe, li ber wî dikeve. Nivîskar Mirûtê neçar dihêle û rêya mirinê dide ber wê. Dema dê xwe bikuje van gotinan dibêje: “Ez bi sî cuziyên quranê jî sond bixwim kes ji min bawer nake. Ez ne girîng im, dê heyaya birayê min jî biçe.” Pîrût tê ber çavên wê û di dilê xwe de dibêje: “Ax Pîrût ez çiqas hez ji te dikim. Lê heya û namûsa keça kurd nehişt ez evîniya xwe nîşanî te bidim. Tu bi Xwedê kî çi keç di şûna min de bûya dê eynî tişt bikira. Tu dizanî min li malê çiqas kum, gore û destmal jê re çinîbûn. Bila Xwedê keçeke xweşbext bike bextê te, xweziya min bi wê ku…”

Mirût di kêliyên dawiyê de jî difikire ku heke bimire Pîrût dê çawa bizewice ? Difikire û dîsa nivîskar  ji bilî mirinê tu rêyek din nade pêşiya wê. Mirût çiqas difikirî hê ewqas zêdetir baweriya xwe bi rastiya biryara xwe dianî û ji xwexeniqandinê pê ve tu rêyeke din nedidît. Ji ber vê, Mirût rabû û piştiniya xwe ji xwe kir. Aliyekî wê li guliyekî darê aland, aliyê din jî kir xelek û nefesa xwe ya dawî bi van gotinên di dilê xwe de da: “Umrê min qurbana te be birayê min ê delal, tu bi hêvî bûyî ku tu min bidî mêr û ji xwe re jinekê bînî. Lê hêviya te nehat cî, ez nizanim ji vir şûnde dê tu bi kîjan rêyê bizewicî. Ez ji te re kor bim kekê min ê giyan, tu li hêviyê bûyî ku ez sibê ji te re qazyaxê (pincarek e, pê xwarin tê çêkirin) sor bikim, ez ji te re ker û lal bim’’ dibêje û xwe dixeniqîne. Em di romanê de dibînin ku heta nefesa dawî jî Mirût qurbana birayê xwe û destgirtiyê xwe ye. Di kêliya dawî de jî ji bo Pîrût û Şêrko xemgîn dibe. Ji mirinê ditirse, li ber ciwaniya xwe dikeve, nakeve em nizanin. Em ê qet nizanibin…

Piştî mirina Mirûtê roman derbasî mijara serhildana li hemberî axa û rejîmê dibe. Pîrût û Şêrko dixwazin tola xwe hilînin, planekê çêdikin û axa direvînin ciyê ku Mirûtê xwe lê kuştiye, wî jî li wir, li heman derê dixeniqînin. Piştî vê bûyerê êdî nikarin vegerin gund, li gund bijîn, tev li serhildêran dibin û dibin şoreşgerên jêhatî.

Axayên rejîmparêz

Hêzên berxwedêr dem bi dem ber bi gund ve diçin. Serokê berxwedanê yê ku paşê dê bibe serokê komarê, Qazî Mihemed dixwaze eşîrên kurdan bîne cem hev û bike hêzeke mezin. Lê alîgirên rejîmê jî pir in. Ji bo axayên rejîmparêz ji holê rakin gund bi gund, bajar bi bajar digerin û wan axayan ji holê radikin. Demek şûnde diçin gundê Pîrût û hîn dibin ku axa çûye nêçîrê. Bavê Pîrût jî li gund xuya nake. Axa dizane kesên berxwedêr hatine gund û li pey wî ne. Axa û fermandarê jendirmeyan bi hev re çûne nêçîrê. Dema nêçîrê di ber şikeftekê de derbas dibin, Mamend dibînin, Mamend li ber mirinê ye lê tu kes alikariya wî nake û Mamend dimire. Li nêçîrê biryar didin ku divê venegerin gund. Nivîskar di dawiyê de dibêje: “Axa, fermandarê jendirmeyan û zabitên din cil û bergên jinan li xwe kirine û ber bi Tehranê ve çûne.”

Nivîskar jinê zeîftir dike

Rehîmê Qazî di romana xwe de tenê behsa şerekî nake, behsa îqtîdarê, kevneşopiyan û feodaliteyê dike. Behsa jina tune dike, civaka heyî de rola jinê diyar dike (heke namûs biçe wateya jiyana jina kurd jî namîne), mêrê xurtir dike, jinê zeîftir dike. Jina heyî ji bo mêr, ji bo namûsa mêr, ji bo zewaca mêr heye. Rêyan dide pêşiya mirovan; Pîrût dema axa dikuje nikare vegere gund, diçe tev li şoreşê dibe lê dema Mirût rastî destavêtinê tê, tenê rêyek dimîne, ew jî xwekuştin e divê xwe bikuje û serê mêran neke belayê, tu rê namîne ji bo Mirût û dibe qêrîneke bêdeng…

Li vir, pirseke girîng a ku divê bê pirsîn heye. Rehîmê Qazî bixwe li welatekî sosyalîst perwerde bûye û bi wê hişmendiyê mezin bûye, haya wî ji beşdariya jinan a şoreşgerên cîhanê û cihgirtina wan a di nav têkoşînên civakî de heye. Ya din wê demê her çiqas pergaleke feodal di nav kurdan de serdest be jî, jin dîsa jî di nav malbat û civakê de xwediyê cihekî cuda ne û di kevneşopiya kurdan de jina kurd gelek caran pêşengiya civakê û mêran jî kiriye. Mirov li wêjeya kurdî ya devkî û mûzîka wan binihêre, bi hêsanî mirov dikare vê yekê bibîne. Ligel van her du rastiyan jî, mirov fêm nake ku çima Rehîmê Qazî Mirût ewqas qels û bêhêz nîşan daye û ji derveyî mirinê tu rê nedaye ber wê. Dibû ku ew bixwe jî beşdarî şoreşê bibûya. Ku mirov bi çavê jinê lê binihêre ev tişt ji bo romana Pêşmerge girêyeke berbiçav e û dikare bê vekolandin.