spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser xwîna gelê Sûriyeyê bazaran dikin

Di van rojên dawî de dîsa bazareke nû li ser hesabê xwîna gelên Sûriyeyê tê kirin. Van rojan dîsa hêzên rejîmê û Rûsyayê êrîşên dijwar li ser Idlibê pêk tînin. Di heman demê de artêşa tirk û komên girêdayî wê li dijî gundewarên Helebê û bi taybetî li dijî Til Rifetê ku penaberên efrînî lê dijîn, êrîşên dijwar kirin.

Li gorî agahiyên ji malpera North Press sivîlên li Idlibê dijîn ji bêdengiya dewleta tirk aciz bûne û bi xwepêşandanan nerazîbûna xwe tînin ziman. Hikûmeta Tirkiyeyê ya ku bi dengekî bilind li hemberî êrîşên li ser Idlibê û deverên di bin kontrola wê de dikir li hemberî van êrîşên dawî bê deng e. Vê yekê rê li ber nerazîbûna gelê li wir dijî vekir û xelkê li Idlibê dijîn daketin kolanan û bang li Tirkiyeyê kir ku li hemberî êrîşên Rûsyayê bêdeng nemîne.

Lê wiha xuyaye ku bazara di navbera Rûsya û hikûmeta Tirkiyeyê de vê carê jî wiha ye. Yek li Idlibê bide û yê din jî li hemberî wê li Til Reifetê bide. Lewre jî herdu alî ji van êrîşan qayil in û kes ji wan dengê xwe li dijî yê din dernaxîne.

Mirov dikare bêje ku vê carê jî wekî hemû carên din bazar li ser xwîna gelên Sûriyeyê ye û êrîşên herdu aliyan ji berê plankirî ne û di encamê lihevkirinekê de pêk tên.

Navenda Nûçeyan