19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi hezaran botaniyan li Sêrtê azadiya Ocalan xwestin

Rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgêra Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanya “Dem dema azadiyê ye” li Sêrtê mîtîng li dar xist. Girse li pêş avahiya HDP’ê ya Sêrtê kom bû û ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî xwest. Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê , Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi hezaran kes kom bûn. Girseya li pêş avahiya HDP’ê kom bû bi cil û bergên xwe yên neteweyî bal kişandin ser xwe. Girseyê di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên “Bijî serok Apo”, “HDP gel e, gel li vir e” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Ewilî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “We îro ev qad tijî kir û ruhê berxwedanê nîşan da. Gelê Botanê her tim hêz û sekna xwe nîşan daye û dide. Ji bo azadî û aştiyek bi rûmet divê Ocalan azad bibe.  Gelê kurd ji bo ziban û çanda wî azad bibe têdikoşe. Gelê kurd di Newrozê de aşkere kir ku muhatabê meseleye Ocalan e. Daxwaza gel azadiya Ocalan e.” Axaftina Salîha Aydenîz bê navber bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Zindanan”, “Bijî Serok Apo” qat qutkirin.

Aydenîz, êrîşa li dijî Şengalê jî şermezar kir û wiha got: “Ev polîtîkayên komkujiyê ne. Ji ber vê yekê êrîşî Şengalê dikin û komkujiyê dikin. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.”

Aydenîz, bal kişand ser girîngiya yekîtiyê û got: “Dem dema yekîtiyê ye. Em tu carî jiyana bê statu qebûl nakin.  Destkeftiya herî mezin ku kurd bi dest bixin azadiya Ocalan e. Kengî Ocalan azad bû dê gele kurd azad bibe.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî axivî û anî ziman ku ev meşa azadiyê ye û wiha got: “Bi girtin binçavkirinê nikarin encamê bistînin. Her roj daristan tê şewitandin. Li çar aliyê welat daristan dişewite. Di navde zindî dişewitin. Li çar aliyê welat agir heye.”

Mîtîng bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.