25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Silêmaniyê festîvala fîlman hat lidarxistin

Di çarçoveya pêngava 16 rojî de, ya têkoşîna li dijî tundiya li jinê, li Silêmaniyê festîvalek fîlman û spotên rêxistinên jinan hat lidarxistin. Di festîvalê de 9 spot û kurtefîlmên li ser tundî û cudahiya rêgezî hatin nîşandan.

Festîval fîlman û spotên rêxistinên jinan, di saetên êvarê de, li Salona Salim a Silêmaniyê di çarçoveya pêngava 16 rojî de, ya têkoşîna li dijî tundiya li jinê, hat lidarxistin.

Di festîvalê de 9 kurtefîlm û spotên têkildarî tundiya li jinê; jinên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne; di dema karantînaya virûsê de tundiya li jinê û di temenê zarok de zewicandin, hatin nîşandan.

Piştî nîşandana fîlm û spotan, nûnerên rêxistinên jinan têkildarî armanca lidarxistina festîvalê axivîn û piştre xelat hatin belavkirin.

Di dawiya festîvalê de çalakvana mafên jinan Bihar Munzir, têkildarî armanca lidarxistina festîvalê ji çapemeniyê re axivî û wiha got: “Ev festîval pêngaveke girîng e ji bo hişyarkirina civakê da ku were zanîn wê çawa xwe ji tundiyê biparêzin û li hemberî tundiyê rawestin.” SILÊMANÎ

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê