19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sîlopiyê mîtîng: Dem dema azadiyê ye

Li Parka Newrozê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê MEBYA-DER û MED TUHAD-FED’ê bi dirûşmeya “Dema Dema Azadiyê ye” mîtîng li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlementerê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz û bi hezaran kes beşdarî mîtîngê bûn. Girsê li qadê pankartên “Êdî Bes e! Dem dema azadiyê ye” û “Ji şer re na, aşitî” daliqandin û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berzkirin. Girseya daket qadê bi cilên gelêrî û dirûşmeya “HDP, gel e, gel li vir” govend gerand.

Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Aktîvîsta TJA’yê Asûman Kulter ji bo şikandina tecrîdê bang li her kesî kir û got: “Heya girtiyên me azad bibin em dê li ber xwe bidin.

Hevserokö HDP’a Silopiyayê Kadîr Konûr jî bal kişand ser êrîşên li ser HDP’ê û wiha got: “Em ê li dijî van êrîşan li ber xwe bidin. Em serî netewînin. HDP, gel e. HDP, hêvî ye ji bo gelan. Dema azadiyê ye.”

Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk gel silav kirin. Girsê li qadê bersîva “Silopiya bi we serbilind e” da. Hevşaredar Fîdan anî ziman ku duh li qadan bûn û niha dîsa li qadan in.

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz jî diyar kir ku gelê kurd tu carî serî netewandiye û got: “Bi berxwedana we dawiya AKP û MHP’ê hatiye ye. Dermanê faşîzmê HDP ye.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha got: “Girtiyên azadiyê 233 roj in di greva birçîbûnê de ne. Em silavên xwe ji wan re dişînin. Ji bo tecrîda li Kurdistanê, Tirkiyeyê û li ser Birêz Ocalan bê rakirin di greva birçîbûnê de ne. Bi tecrîdê li hemberî mirovahiyê sûc tê kirin. Ji bo ev sûc bê rakirin di grevê de ne. Ji bo tecrîd bê şikandin û ji bo azadiya Birêz Ocalan di grevê de ne. Girtî ji 14’ê Tîrmehê heya niha girtîgeh veguherandine qadên azadiyê û berxwedanê. Niha girtiyên azadiyê ji ber vê li girtîgehan li ber xwe didin. Dixwazin ev sûc ji holê bê rakirin.”

Aydenîz, bibîr xist ku heta tecrîd bi dawî nebe girtî dest ji çalakiyê bernadin û xwest tecrid bi dawi bibe. Aydenîz, anî ziman ku heta tecrîd bi dawî nebe qeyrana aborî jî xelas nabe û wiha got: “Heya tecrîd neyê rakirin dê krîzên aborî, siyasî û civakî bidomin. Heya tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin dê demokrasî neyê. Ji bo demokrasiyê demildest divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin. Niha ji bo Ocalan li seranserê cîhanê çalakî tên lidarxistin. Dê Ocalan demokrasiyê bîne Kurdistan, Rojahilata Navîn û Tirkieyê.”

Divê em li her çar perçeyan bibin yek. Em niha di vê şayiyê de dibêjin dem dema azadiyê ye. Dem dema yekîtiyê ye. Îro dema dema şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan e.”

Mîtîng bi stranên Koma Awazên Botan, hunermend Merve Admiş û Azad Bedran bi dawî bû.