19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Şirnexê bi dehhezaran dar birîn

Li herêma Bestayê ku dikeve navbera bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê û bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilabanê, cerdevanan bi dehhezaran dar birîn.

Hat gotin ku cerdevanan bi fermana Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Şirnexê ev dar hatin birîn. Birîna daran di 5 rojên dawî de zêde bûye û li gundên Rîsor, Şerevan, Cemîller, Xirbekbesta, Toşemî û Deloşerê yên navçeya Qilebanê hê jî dar tên birîn. Sedema birîna daran nehat zanîn û her wiha nayê zanîn ku darên tên birîn dibin ku derê.

Divê bê bibîrxistin ku bi salan e darên Kurdistanê tên birîn û her wiha daristan tên şewitandin. Çi bi armancên çêkirina bendavan û derxistina madenan, çi jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ her sal bi dehhezaran dar tên birîn an jî daristan tên şewitandin. Pispor diyar dikin ku ev rewş bandoreke nêyînî li avhewaya Kurdistanê dike. 
ŞIRNEX