18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Stockholmê çalakî hat lidarxistin

Li Swêdê paytext Stockholmê ji bo Denîz Poyraz ku di encama êrîşa li dijî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin, ji aliyê kurdên Stockholmê û dostên wan ve çalakiyeke hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara û NCDK-Stockholmê ve hate lidarxistin û li qada Sergelstorgê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka NCDK-Stockholm Menîce Brûsk axivî û anî ziman ku hevkariya rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst a bi çeteyan re tenê li ser bingeha dijminatiya li kurdan e.

Menîce Brûsk diyar kir ku dewleta tirk li dijî nirxên gelê kurd dest bi şerekî topyekûn kiriye û jin, zarok, êrişî tevahiya gelê kurd dike.

Piştî axaftina nûnerên Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê û Komeleya Elewiyan, Berdevka Yekîtiya Jinên li Swêdê  Ayşe Goktepe axivî.

Ayşe Goktepe diyar kir ku desthilatdariya faşîst a ku nikare xwe li piştgiriya gel a ji bo HDP’ê rabigire komkujiyek nû ya siyasî kiriye û destnîşan kir ku desthilatdarî ji jinan ditirse.

Banga ji bo piştevaniyê

Parlamenterê Partiya Çep Daniel Reazat jî êrişên li dijî HDP’ê şermezar kir û destnîşan kir ku ev şerê qirêj ê ku Erdogan li dijî gelê kurd dimeşîne divê êdî bi dawî bibe.

Hunermend Serpîl Înanç jî banga piştevaniyê li gelan kir.

Di çalakiyê de alên HDP’ê û wêneyên Denîz Poyraz hatin hildan û dirûşmeyên “Şehîd namirin, “Bijî HDP”, “Bijî berxwedana gelê kurd, “HDP gel e, gel li vir e”, “Faşîst Erdogan” hatin qîrîn.