23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûdanê tevliheviyek mezin heye

Li Sûdanê serê vê sibehê gelek nûçe der barê girtina hin rayedarên hikûmeta demkî ya Sûdanê de hatin belavkirin. Li gorî wan nûçeyan 4 wezîrên hikûmeta demkî ku di nav wan de Serokwezîr Abdulah Hemedok jî heye, ji alî çekdaran ve hatine girtin.

Wezareta Ragihandinê ya Sûdanê li ser malpera xwe ya civakî agahî parve kir û diyar kir ku hin endamên meclisa serokatiyê û hin wezîr hatine girtin.

Li aliyê din komên alîgirê demokrasiyê bang li gelê Sûdanê kirin ku dakevin kolanan û nerazîbûnên xwe li dijî darbeyên leşkerî bînin ziman.

Heta ku nûçe hat amadekirin jî tu agahî ji alî artêşa Sûdanê ve nehatiye kirin. Lewre jî heta niha navê darbeyê li van tevliheviyan nehatiye kirin.