23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Êşê girantir dikin

Li bakurê Kurdistanê qurbaniyeke din li qurbanên dewletê zêde bû. Keça ciwan a bi navê Î.E. ku çawişê pispor Mûsa Orhan dest dirêjî wê kiribû jiyana xwe ji dest da. Di 16’ê tîrmehê de Î.E nameyek nivîsandibû û hewl dabû ku dawî li jiyana xwe bîne. Î.E. di nameya xwe de qala serboriya xwe ya bi çawişê tecawizkar re kiribû. Destnîşan kiribû ku çawişê pispor Mûsa Orhan 20 rojan ew desteser kiriye û bi dehan caran dest dirêjî wê kiriye.

Î.E’yê di nameyê de gotibû ku ew ne mirî ye ne jî sax e û hewl dabû întihar bike lê ji aliyê malbata xwe ve hatibû ferqkirin û malbatê ew li Êlihê rakiribû nexweşxaneyê. Ev bûyera hovane di rojeva Tirkiyeyê de cihekî girîng girtibû û gelek bertek hatibûn nîşandan. Piştî van bertekan çawişê pispor Mûsa Orhan hatibû binçavkirin û li gel desteserkirina xwe ya 20 rojan jî kirêtiya xwe bi hinceta serxweşiya xwe parastibû.

Hew deyax kir

Ev parastin ji aliyê dadgeha tirk ve hatibû qebûlkirin û çawişê tecawizkar hatibû berdan û li ber çavê herkesî vegeriyabû ser peywira xwe. Piştî mehekê keça ciwan Î.E. li Êlihê li nexweşaneya ku lê tedawî dibû êdî hew deyax kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî vê yekê bi sed hezaran kes li ser medyaya civakî bertek nîşanî dewletê dan û bi hastaga #BILAMUSAORHANBÊGIRTIN daxwaz kirin ku çawişê tecawizkar bê girtin.

Zextan da girtin

Di serî de li Êlihê li çend bajaran jî welatî li dijî vê hovîtiyê derketin kolanan û meş li dar xistin. Dîsa sazî û rêxistinên jinan jî di derbarê mijarê de daxuyanî dan û daxwaza girtina tecawizkar kirin.Li gel van bertekan jî derbarê bûyerê de ji hêla hikûmeta AKP’ê ve tu daxuyanî nehat dayîn. Lê ji ber bertekên zêde çawişê pispor Mûsa Orhan ji peywirê hat dûrxistin û girtin. Li aliyê din çapemeniya alîgirê AKP’ê jî bûyer paşguh kir û bi tu awayî cih neda hovîtiya ku pêk hatiye.

Tevlêbûnê qedexe kirin

Dema veşartina Î.E’yê jî dewletê li şûna tecawizkar malbat ceza kir. Dewletê parlamenter, nûnerên rêxistinên sivîl û parêzvanên mafên mirovan ên ji bo piştgiriya malbatê xwestin tevlî merasîma cenaze bibin asteng kirin û nehişt tu kes êşa malbatê parve bike.

ÊLIH