25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li şûna vemirînin temaşe dikin

Daristan li gundê Pîrêjmanê yê Pîrana Amedê 4 roj in dişewite.

Welatiyan anîn ziman ku 4 roj berê agir bi daristanê ket û agir nêzî gund bûye.  Welatiyên Pîrêjmanê têkildarî şewata daristanê agahî dan û anî ziman ku di 7’ê îlonê de saet li dara 13.00-14.00’an li qada daristanê teqîneke mezin çêbû û piştre balafirên şer hatin qad bombe kirin. Welatiyan da zanîn ku roja ewil xwestin biçin agirê bi daristanê ketiye vemirînin, lê panzêrê hat rê girt û destûr neda welatî mudaxaleyî şewatê bikin. Welatiyan, diyarin kir ku heta îro jî qada daristanê dişewite û wiha gotin: “Piştî agir bi daristanê ket, qada Kerr Balolan, Gumê Çalê, Lonê, Şexler, Kelkeçe tev şewitîn. Du roj berê du helîkopter hatin li qadê gule reşandin û çûn. Niha li qadê daristan hêj dişewite. Yekîneyên agirkujê hatin qadê. Lê tenê li wir rawestiya  nin. Leşker bi panzêran li navbera gund û qada şewatê rewestiya ne. Destûr nedan ku welatî mudaxaleyî agirê daristanê nekirin. Yekîneyên agirkujê jî li tenişta panzêran rawestiya ne û mudaxale nakin. Di navbera gund û qada şewatê de rawestiya ne û şewatê temaşe dikin.”