20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Sûriyeyê dîsa hilbijartinên formalîtê tên lidaxistin

Parlamentoya Sûriyeyê 26’ê meha gulana 2021’ê wekî roja hilbijartinên serokomariyê destnîşan kir. Tê texmînkirin ku piştî aloziya Sûriyeyê ketiye sala xwe ya 11’emîn dîsa jî Beşar Esed xwe wekî berendam nîşan bide.

Serokê parlamentoya Sûriyeyê Hemûdê Sabax da xuyakirin ku welatiyên Sûriyeyê yên li derveyî welat dijîn dikarin roja 20’ê gulanê û heta 10 rojên piştî wê biçin balozxaneyên Sûriyeyê û dengê xwe bikar bînin.

Heta niha bi rengekî fermî Beşar Esed berendamtiya xwe ji bo van hilbijartinan nedaye xuyakirin. Ev hilbijartin dê li gorî guhertinên destûrê yên sala 2012’an pêk bên ku dibêje berendamek nikare zêdeyî du caran tevli pêşbirka serokomariyê bibe. Lê li gorî ku tê gotin ev ji bo Beşar Esed ne wiha ye ji ber ku piştî wê sererastkirinê tenê di sala 2014’an de tevlê bûye û mafeke wî yê din jî heye.

Ji şertên berendamtiya vê hilbijartinê yek jê ew e ku berendam di 10 salên dawî de li Sûriyeyê mabe û divê berendam herî kêm bikaribe erêkirina 35 endamên parlamentoyê bidest bixe. Di vê rewşa ku parlamento di destê partiya Baasê de ye gelekî zor e ku kesek din ji derveyî wan bikaribe bibe berendam û ji xwe nunerên muxalefetê jî li derveyî Sûriyeyê dijîn lewre ew jî nikarin tevlê bibin.

Niha rewşa rejîmê jî ji ya sala 2014’an gelekî baştir e. Ji ber gelek deverên ku di bin destê komên çekdar de bûn niha di bin kontrola wê de ye ango li ser erdê destê wê ji berê xurtir e.

Dema ku mirov bala xwe bide van daneyan derdikeve holê ku wê careke din hilbijartinên fomalîte werin lidarxistin û di van şert û mercên heyî de dê hilbijartineke rewa û rasteqîn çênebe.  