20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tirkiyeyê darbe û encamên wan

Ji avabûna Komara Tirkiyeyê ve, gelek caran darbeyên leşkerî û hewldan û planên darbeyê pêk hatine. Di 27’ê Gulana 1960’î darbeyeke leşkerî pêk hat. Ev di dîroka Komara Tirkiyeyê de darbeya yekemîn e. Di 12’yê Îlona 1980’yî de darbeya duyemîn a leşkerî pêk hat. Ji salên 1960’î û şûn ve weke gelek deverên cîhanê li Tirkiyeyê jî tevgerên sosyalîst, karker û ciwanan pêş ketin. Vê yekê ji bo hêzên global û hegemonîk xetereyên pir mezin diafirand. Lewre jî li dijî van tevgeran ketin nav liv û tevgerê û xwestin bi rê û rêbazên xwe yên tarî û kûr van tevgeran tasfiye bikin.

Di 12’ê îlona 1980’yî de cuntaya leşkerî darbeyek pêk anî û Kenan Evren hat ser desthilatdariyê. Di encama cuntaya leşkerî de hovitiyeke mezin çêbû, nêzikî milyonek însan hatin girtin û di îşkenceyan de hatin derbaskirin. Darbeya leşkerî li gor daxwazên polîtîkaya Amerîkayê ya di herêmê de dimeşiya. Kenan Evren û hevalên xwe li dijî şoreşgerên di zindanan de xwedî kînek ewqas mezin bûn ku ji bo wan digotin: “Ma em wan bi darve nekin xwedî bikin?”

Darbeya 27’ê Gulana 1960’î

27’ê Gulana 1960’î de, li Tirkiyeyê darbeyeke leşkerî pêk hat. Darbeya 27’ê Gulana 1960’î di dîroka Komara Tirkiyeyê de darbeya yekemîn a leşkerî ye. Darbe bi planên 37 subay û di fermandariya Tumgeneral Cemal Madanoglu de pêk hat.  Darbe ji aliye Albay Alparslan Turkeş ve, bi daxuyaniyekê li ser radyoyê ji hemû Tirkiyeyê re hat ragihandin. Di encama darbeya leşkerî de Serokkomar Celal Bayar, Serokwezîr Adnan Menderes û hin endamên hikumetê hatin girtin. 235 general û piraniya wan albay, yarbay û serdar 3 hezar 500 subay malnîşîn kirin. 147 hîndekarên li zanîngehan ji erka xwe hatin dûrxistin û hin zanîngeh hatin girtin. Bi vê re 520 dadger û dadmend ji erka xwe hatin girtin. Komîteya Yekitiya Mîllî  ya ku ji aliyê 37 subay û Orgeneralê malnişîn Cemal Gursel ve hatibû avakirin, rêveberiya Tirkiyeyê girt ser xwe.  Komîteya Yekitiya Mîllî Makezagon û TBMM’ê fesih kir û xebatên siyasî dan rawestandin.

Bîrnameya 12’ê Adara 1971’ê

Di 12’ê Adara 1971’ê de, bi îmzeya Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) Memdûh Tagmaç, Fermandarê Hêzên Bejayî Farûk Gurler, Fermandarê Hêzên Deryayî Celal Eyiceoglu û Fermandarê Hêzên Hewayî Muhsîn Batûr bîrnameyek ji Serokkomar Cevdet Sûnay re hat şandin û zext hat kirin ku Hikûmeta Tirkiyeyê ya 32’yemîn îstîfa bike.

Di dîroka Komara Tirkiyeyê de, di nav têkiliyên fermanî û emir de mudaxaleya leşkerî ya yekemîn e. Bi pêvajoya 12’ê adarê tevgerên çepgir û sosyalîst ku li Tirkiyeyê her ku diçû zêde dibûn û cunta hatin hedefgirtin.

Darbeya 12’ê Îlonê

Darbeya 12’ê Îlonê ya 1980’yî yek ji destwerdanên xala werçerxê ya Tirkiyeyê ye. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de piştî darbeya 27’ê Gulanê û Bîrnameya 12’ê Adarê li dijî rêvbeberiyê mudaxaleya serkeftî ya sêyemîn û dawî ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) e.

Şeva 12’ê îlona 1980’yî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) dest danîn ser TRT, PTT û daîreyên din ên ragihandinê. Bi bidestxistina Wezareta Karê Hundirîn, Miduriyeta Giştî ya Ewlehiyê, konuta Serokwezîr Suleyman Demîrel û hedefên din, mudaxaleya leşkerî saet di çarê şevê de, di radyoyan de, li tevahiya welat hat ragihandin.

Di encama mudaxaleyê de dawî li xebatên TBMM û hikûmeta ku Suleyman Demîrel Serokwezîr bû hat dayîn, destlênedana endamên parlementoyê hat rakirin, li her derê welat qanûna leşkerî hat ragihandin û derketina derveyî welat hat qedexekirin. Rewşa awarte ku di qanûna bingehîn a 1982’yan de hîmê wê hat avêtin û di sala 1983’yan de bû qanûn, ji sala 1987’an heya 2002’yan dewam kir. Meclisê rewşa awarte 46 caran dirêj kir û li bajarên herêmê heya 2002’yan dewam kir.

Serfermandarê Giştî Kenan Evren bû serokê dewletê. Di serokatiya Kenan Evren de Konseya Ewlehiyê ya Mîlî hat avakirin. Partî hatin girtin, serokên partiyan hatin binçavkirin û piştre serbest hatin berdan. Piştî demekê hin ji wan hatin darizandin. Makezagona 1961’ê ku piştî Bîrnameya 12’ê Adara 1971’ê de hat guherandin ji meriyete hat rakirin û serdemeke leşkerî dest pê kir. Makezagon hat amadekirin û di 7’ê mijadara 1982’yan de çûn dengdayina gel. Bi rêjeya %91,37 makezagona 1982’yan û Serokkomariya Kenan Evren hat qebûlkirin.

Piştî darbeye, li gorî daneyên fermî 650 hezar kes hatin binçavkirin, 230 hezar kes li dadgehên leşkerî hatin darizandin, 171 kes jê li girtîgehan nêzikî 300 kesan jiyanên xwe ji dest dan. 50 kes hatin darvekirin û milyonek û 683 hezar kes jî hatin deşîfrekirin. 14 hezar kes ji hemwelatiyê hatin derxistin. 937 fîlm hatin qedexekirin. Rojname heta 300 rojî nehatin weşandin.

Hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê

Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de, di nav Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de komek leşker hewldan ku darbeyekê pêk bînin.

Şeva 15’ê Tîrmehê li ser malpera fermî ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û bi rêya TRT’ê  daxuyaniyek hat belavkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku TSK’ê dest daniye ser rêveberiyê û li welat qanûna leşkerî û qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li Stenbolê Pira Bogazîçî û Sultan Mehmet ji aliyê leşkeran ve hat girtin. Balafirên şer ên F-16, TBMM’yê ku hejmarek zêde parlamenter û siyasetmedar jî li wir bûn çar caran bombardûman kirin. Serfermandarê Giştî Hûlûsî Akar, Fermandarê Hêzên Bejahî Salîh Zekî Çolak, Fermandarê Hêzên Hewayî Abîdîn Unal, Fermandarê Giştî yê Jendermeyan Galîp Mendî, Serfermandarê Giştî yê 2’yemîn Yaşar Guler, Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê Fahrî Kasirga û hîn fermandarên payebilind ji aliye leşkerên ku dixwestin darbeye pêk bînin ve rehîn hatin girtin.

Sibeha 16’ê tîrmehê hewldana darbeyê bi temamî hat tepisandin û leşker bi tevî çeken xwe teslîm bûn. Li gorî daneyên fermî di encama van bûyeran de 104 jê alîgirên darbeyê bi giştî 300 kesî jiyanên xwe ji dest dan û 1491 kes jî birîndar bûn. 8 hezar û sih û şeş leşker hatin binçavkirin. Her wiha ji saziyên leşkerî, adlî û îdarî gelek kes ji erken xwe hatin girtin.

Di 21’ê tîrmehê de piştî civîna Lijneya Ewlehiyê ya Mîllî, ji aliye TBMM’yê ve bi madeya 120’emîn a makezagonê 3 meh rewşa awarte hat ragihandin. Rewşa awarte heta 2 salan hat dirêjkirin. Piştî hewldana darbeyê pêvajoya tasfiyeyê dest pê kir. Di vê pêvajoyê de, ji nîsana 2018’an ve 160 hezar kes hatin binçavkirin. Bi tawanbarkirina endamtiya Cemaeta Fethullah Gulen 50 hezar kes hatin girtin û 152 hezar karmendên cemawerî  ji erken xwe hatin îhraçkirin. Piştî hewldana darbeyê di nav çar salan de 289 doz hatin vekirin, ji 275 dozên ku bi encam bûn de, bi giştî 4 hezar û sed û sih kes hikûm xwarin.