20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tirkiyeyê hejmara bêkaran gihişt 8 milyon kesan

Li gelek welatan hejmara bêkaran bi pandemiyê re zêdetir bû. Lê dewletan ku di hejmara bêkarên wan de zêdebûn çêbûn bi gelemperî hewl dan ku vê pirsgirêkê çaraser bikin. Heya cihekî jî hejmara bêkaran li hin dewletan hatin kêmkirin.

Bi gelemperî li her dewlet çend saziyê ku bi daneyên bêkarî û karkeran re eleqedar dibin hene. Lê li kêm dewletan di navbera du saziyên dewletê yên wek TUÎK û ÎŞ-KÛR’ê de hene. Herî dawî  Navenda Lêkolînê ya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) bi raporeke nakokiya di navbera herdu saziyan de aşkera kir û diyar kir ku di navbera daneyên bêkarî yên TUÎK û ÎŞKÛR’ê de cudahiyên mezin hene.

Di raporê de hat gotin ku li gor daneyên ÎŞKÛR’ê yê meha îlona di 2021’an de 219 hezar kes li hejmara bêkaran zêde bûne û li gor daneyên TUÎK’ê jî hejmara bêkaran 160 hezar kes kêm bûne. Di rapora DÎSK-AR’ê de tê destnîşankirin ku cudahiya di navbera hejmarên herdu saziyan dewletê de 379 hezar kes in.

Di raporê tê gotin ku hejmara bêkariya berfireh 7 milyon û 870 hezar kes in û ji sedî 29,7’ê vê jin in. Di raporê de hat gotin ku li gorî daneyên hêza kar a mehane ya TUÎK’ê de pêlên cidî hene.