23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tirkiyeyê Hezar û 886 zarok girtî ne

Li Tirkiyeyê ji 2006’an heta 2021’ê di 16 salên dawî de 227 girtîgeh vebûn. Tenê di 6 salên dawî de 126 girtîgehên nû vebûn.  Li gori daneyên Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkifê û Wezareta Dadê heta dawiya tîrmeha 2021’an li Tirktiyeyê 259 girtîgehên sergirtî û 82 girtîgehên servekirî, 10 girtîgehên jinan ên sergirtî û 6 girtîgehên jinan ên servekirî, 7 girtîgehên sergirtî yên zarokan û 4 girtîgehên servekirî yên zarokan hene. Li Tirkiyeyê heta tîrmeha 2021’an bi giştî 368 girtîgeh hene. Li tevahiya girtîgehan kontenjana girtîyan 251 hezar û 88 kes in. Lê heta tîrmehê hêjmara tevahî girtiyan 287 hezar û 716 kes bûn.

Di 3 mehan de 5 hezar kes hatin girtin

Di 3 mehên dawî de bi hezaran kesên din hatine girtin û ev hêjmar hîn zêdetir bûye. Li gorî daneyên heta 30’ê  îlona 2021’an jî li Girtîgehên Servekirî 80 hezar û 377, li Girtîgehên Sergirtî 211 hezar û 697 bi giştî 292 hezar û 74 kes girtî ne. Hêjmara girtiyan di nava 3 mehan de 5 hezar girtî zêde bûn û ji 287 hezar û 716 kesî derket 292 hezar û 74 kesan

Hezar û 886 zarok girtî ne

Li gorî daneyên wezaretê yên 3 meh berê li Tirkiyeyê 251 hezar û 180 kesên girtî ceza xwarine. 36 hezar û 536 kesên girtî hêj darizandina wan didome. Li gorî 3 meh berê li girtîgehan 274 hezar û 816 mêr, 11 hezar û 720 girtî jî jin in. Hezar û 630 kesên girtî jî zarok in. Li gorî daneyên heta 30’ê îlonê di nava 292 hezar û 74 girtiyan de 278 hezar û 721 mêr, 11 hezar û 467 jin û Hezar û 886 kesên girtî jî zarok in. Di 3 mehên dawî de 256 zarok hatin girtin.

Tenê di 6 salên dawî yên AKP’ê de 126 girtîgeh hatin avakirin

Bi taybetî piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hêjmara girtina mirovan pir zêde bû. AKP’ê ji ber girtîgeh zêde kirin, di 6 salên dawî de tenê 20 milyar lira li avakirina girtîgehan xerç kir.