Wednesday, December 8, 2021

Li Tirkiyeyê ked erzan, xizanî zêde dibe

Li gorî daneyên DÎSK-AR’ê li Tirkiyeyê 7 milyon û 855 kes betal in. Li gorî raporên DÎSK-AR’ê di nava 18 salên hikûmeta AKP’ê de sînorê birçîbûnê 6.3 qat zêde bûye. Sînorê xizaniyê jî 10 hezar lira ye.

Li gorî rapora Navenda Lêkolînê ya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) ya bi navê “Bêkarî û Îstihdamê” hejmara bêkaran 7 milyon û 855 kes in. Li gorî raporan li Tirkiyeyê di 18 salên dawî yên serdema AKP’ê de sînorê birçîbûnê 6.3 qat zêde bûye. Sînorê xizaniyê ya 4 kesan 10 hezar lira ye. Sînorê birçîbûnê li Stenbolê 3 hezar û 100 lîra û li Enqereyê jî 2 hezar û 871 lîra ye.
Li gorî daneyên Yekîneya Ar-Ge ya Konfederasyona Kamu-Îş a Yekbûyî (KAMU-AR) jî sînorê birçîbûnê ya 4 kesan 3 hezar û 589 lîra û sînorê xizaniyê jî 12 hezar û 397 lîra ye.
Li gorî rapora KAMU-AR’ê bihayê zexîreyan (xurekan) ji tebaxa 2020’î heta tebaxa 2021’ê ji sedî 39.8 zêde bû ye.

Li gorî vê raporê ji tebaxa 2020’î heta tebaxa 2021’ê bihayê nan, savar, arvan û maqarnayê ji sedî 28,4, bihayê goşt û masiyan ji sedî 22,7, bihayê şîr û berhemên şîr û hêkan ji sedî 35,7 zêde bû ye. Bihayê rûn ji sedî 56,9 bihayê fêkiyan ji sedî 68,8, bihayê zerzewatan ji sedî 81,7 zêde bû ye. Bihayê nok, nîsk û fasûleyan jî ji sedî 29,2 zêde bû. Bihayên zexîreyan di zik hev de di 12 mehan de ji sedî 31,9 zêde bû.

Li gorî daneyên TUÎK’ê jî bihayê zexîreyan ji sedî 28,79 zêde bû
Bi taybetî xurekên sereke yên ku divê li mala her malbatê hebe bi rêjeyek mezin biha bûye. Li gorî daneyên esnafên marketan yên li Amedê bihayê zexîreyan hinek jê ji sedî sed û hinek jî ji sedî 50 zêde bûne. Bihayê çend cûreyên xurekan yên sala par û îsal nîşan dide ku qeyrana aborî çiqas kûr e. Sala par bihayê qutiya salçeya firingiyan a 4300 gr bi 28-30 lîra bû, îsal derketiye 55 lîrayan. Bihayê qutiya rûn ê 5 lt sala par 40-50 lîra bû, îsal derketiye 80-90 lîrayî. Bihayê 10 kîlo matîkê bi 30 lîra bû îsal derketiye 85 lîrayî. 5 kîlo nokên ku sala par bi 22-25 lîra bûn, îsal derketiye 55-60 lîrayî. 5 kîlo savara ku sala par bi 15 lîra bû îsal derketiye 30 lîrayî. Kîloya şekir ji 5 lîra derketiye 8 lîrayan. Torbeyê sabûnê yê 4 kîlo ji 30 lîrayî deretiye 55 lîrayan. Koliya hêkan ku sala par bi 20 lîra bû îsal derketiye 30 lîrayî. Şûşa rîçalê ya 1700 gr sala par 12-13 lîra bû, îsal derketiye 27-28 lîrayî.
Di rewşeke wisa de mirovên betal û heqê herî kêm distînin ji bo amadekariya qûtê/zexîreya demsala zivistanê kûr difikirn. Lê rayedarên hikûmeta AKP’ê diyar dikin ku qeyrana aborî tune ye.